Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Mamosta Amed kir

Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Mamosta Amed kir

Jan 25, 2026 - 18:48
Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Mamosta Amed kir
Parêzgarê Hewlêrê pêşwaziyê li Mamosta Amed kir

Pêwîst e zarokên bajarê Kerkûkê bi hest û wijdan bi dersên Kurdayetiyê bêne perwerdekirin.

Îro Yekşem, 25.01.2026, Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, li dîwana parêzgehê pêşwaziyê li Mamosta Amed kir, ew mamostayê Kerkûkê ye ku bi gotina sirûd û stranan ji bo xwendekaran di dibistanan de dengekî mezin vedabû.

Parêzgarê Hewlêrê, kêfxweşiya xwe ji hevdîtina Mamosta Amed re anî ziman, ku bûye rûyeke geş ê welatparêziyê li bajarê Kerkûkê, herwiha dubare kir ku Mamosta Amed, mamostayê dilsoz û Kurdperwer ê bajarê Kerkûkê ye û di dibistanê de bi sirûd û stranên Kurdî û alaya Kurdistanê xwe daye nasandin.

Ji aliyê xwe ve, Mamosta Amed, spasiya Parêzgarê Hewlêrê kir û dubare kir ku divê zarokên bajarê Kerkûkê bi hest û wijdan bi dersên Kurdayetiyê bêne perwerdekirin û fêrî sirûd û stranan bêne kirin.