Êrîşên Li Ser Ziman Tên Şermezarkirin!
Daxuyaniyeke Lezgîn Ji MED-DERê: Êrîşên Li Ser Ziman Tên Şermezarkirin!
Diyarbekir - Kurdistan: Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ragihand ku ew ê sibe, roja Çarşemê 1ê Cotmeha 2025an, saet di 17.30an de, li Amedê, li ber avahiya xwe daxuyaniyekê bidin. Armanca daxuyaniyê şermezarkirina êrîşên li ser ziman e.
Di daxuyaniya ku MED-DERê belav kiriye de hatiye gotin ku: "Em êrîşên ku li ser ziman tên kirin şermezar dikin!"
MED-DERê her wiha destnîşan kir ku ji ber ku di heman demê de daxuyaniya Amedsporê hebû û mijar dîsa ziman bû, wan daxuyaniya xwe taloq kirine. Lê belê, niha li ser vê mijarê, ew ê sibe li ber avahiya MED-DERê daxuyaniyekê bidin.
Komeleyê bang li hemû sazî, dezgeh, partiyên siyasî û hemû gelê xwe kir ku beşdarî vê daxuyaniyê bibin.
Cih û dema daxuyaniyê wiha ye:
Dîrok û Dem: 1ê Cotmeha 2025an, Çarşem, Saet: 17.30
Cih: Taxa Peyasê, Kuçe 223, Çarkanat Apartmana E/Blok, li ber avahiya MED-DERê, Kayapinar.