Prof. Nebî: Destûra Tirkiye, Bingehê Înkarkirin û Dabeşkirinê ye

Prof. Dr. Serbest Nebî: Krîza Kurdî Li Tirkiyeyê Analîz Dike, Astengiyên Destûrî û Helwestên Partiyan

Oct 3, 2025 - 19:10
Oct 3, 2025 - 19:13
Prof. Nebî: Destûra Tirkiye, Bingehê Înkarkirin û Dabeşkirinê ye

Hewlêr - Kurdistan: Di demekê de ku doza Kurdî di dîroka Komara Tirkiyeyê de wekî dosyayeke herî aloz tê dîtin, Prof. Dr. Serbest Nebî, profesorê felsefeya siyasî li Zanîngeha Koyê ya Başûrê Kurdistanê, di hevpeyvîneke taybet de bi rojnamevan Rabiya Xetab û li "El-Eyyam News" ya bi zimanê Erebî re, ronahiyek xiste ser koka krîza Kurdî li Tirkiyeyê. Hevpeyvîna ku îro 3ê Cotmeha 2025an de hatiye belavkirin, Nebî faktorên dîrokî û siyasî yên ku pevçûna di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de kûrtir û eşkere kirine.

Destûr: Bingehê Înkarkirin û Dabeşkirinê

Prof Nebî diyar kir ku koka bingehîn a krîzê di destûrên Tirkiyeyê de ye, ku ji sala 1923an vir ve nasnameya dewletê li ser bingeha "serdestiya etnîkî-nasnameyî" ava kirine. Ev destûr hemû ziman û çandên din înkar kirin û cihêrengiya neteweyî û çandî ya Tirkiyeyê nedîtin. Bi taybetî, guherînên destûrî yên piştî derbeya leşkerî ya sala 1980an, serdestiya "yek ziman, yek al, yek gel" di madeyên yekem, duyem û sêyemîn de kûr kirin. Maddeya çaremîn a destûra 1982an van madeyan wekî "pîroz" û "bêguherîn" pênase dike, ku ev yek bi eşkere li dijî prensîba serweriya gel (Madeya 6) ye.

Nebî herwiha bal kişand ser Madeya 42an, ku perwerdehiya bi zimanê dayikî yê ne-Tirkî bi tevahî qedexe dike, û ev yek li dijî mafên zarokan ên gerdûnî ye. Li gorî Nebî, ev krîza nasnameyê zêdetirî sedsalekê ye ku di destûra Tirk de serdest e û zîhniyeta siyasî ya serdest nikare xwe jê xilas bike, ji ber ku ew nekarîye ji zîhniyeta serdestiya nijadperest û înkarkirina yê din azad bibe.

Helwesta Partiyên Siyasî yên Tirkiyeyê

AKP: Li gorî Nebî, Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) doza Kurdî ji bo berjewendiyên siyasî û hilbijartinê bi kar tîne, wê bi dirûşma "Tirkiyeya Bê Teror" ve girêdide û di serî de dixwaze desthilatên serokkomariyê xurt bike. Ew amadehiyeke rastîn ji bo nasîna mafên Kurdan nîşan nade.

MHP: Hevpeymanê AKPê, Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ya rastgir, bi tevahî dijî tawîzên neteweyî ye û daxwaza bêçekkirina PKKê bêyî beramberiyeke siyasî dike.

CHP: Partiya Gel a Komarî (CHP) nermbûnek nisbî nîşan dide, lê siyaseta wê xapînok e, hewl dide ku hem neteweperestên Tirk û hem jî Kurdên laîk razî bike, û li ser parastina prensîbên Kemalîst israr dike.

DEM Parti: Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM parti), bi eşkere daxwaz dike ku nasnameya Kurdî bi destûrî bê nasîn, mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê garantîkirin û rêveberiya herêmî li deverên Kurdan bê xurtkirin.

İYİ Parti: Partiya Baş (İYİ Parti) ya neteweperest a tundrew, her diyalogek li ser doza Kurdî red dike û nasîna doza Kurdî wekî gefek li ser yekîtiya welat dihesibîne.

Daxuyaniyên Mehmet Uçum û Helwesta Artêşê

Şêwirmendê serokkomarê Tirkiyeyê, Mehmet Uçum, maf an nasnameya Kurdî nas nekir, belku tezên kevn ên Tûranî dubare kir ku Kurdan wekî "Tirkên Çiyayî" binav dike. Nebî ev nêrîn wekî "dirûşmên bê naverok" û li dijî peymanên navneteweyî bi nav kir. Artêşa Tirkî, her çend bandora wê ya rasterast kêm bûye jî, hîn jî piştgiriya "dewleta kûr" dike ji bo parastina yekîtiya welat û îdeolojiya Kemalîst.

Çareserkirina PKKê: Bes Nîne Bê Reformên Destûrî

Nebî tekez kir ku têkoşîna çekdarî ya PKKê bi dehsalan nîşan da ku çareseriya leşkerî têrê nake. Hilweşandina PKKê dibe ku gavek erênî be, lê ew ê bêyî reformên siyasî û destûrî yên bingehîn, ku mafên çandî û siyasî yên gelê Kurd dabîn bikin, bêkêr bimîne. Koka krîzê ji aliyê leşkerî kûrtir e û vedigere cewhera dewleta neteweyî ya yekalî ya ku di sala 1923an de hatiye damezrandin.

Daxwazên DEM Partiyê Ji Bo Aşîtî û Yekîtiyê

DEM Parti ji bo berdewamiya pêvajoya aştiyê, daxwaza garantiyên qanûnî û destûrî ji bo mafên Kurdan, beşdarbûneke siyasî ya bibandor, betalkirina qanûnên ku nasnameya Kurdî sûcdar dikin, û nasîna destûrî ya gelê Kurd dike. Herweha, daxwaza vekirina rê li ber perwerdehiya bi zimanê Kurdî û rêveberiya xweser a çandî dike.

Mafên Çandî û Zimanî Têrê Nakin

Profesor Nebî, bi referanskirina daxuyaniya balyozê Tirk li Cezayîrê, Mehmet Mucahît Yilmaz, ku gotibû "Pirsgirêka Kurdî tenê bi dayîna hin mafên çandî nayê çareserkirin, lê belê bi nasîna nasnameyeke tam û wekheviyeke rastîn," tekez kir ku mafên zimanî û çandî bingehîn in, lê bêyî beşdarbûneke siyasî ya rastîn, bihêzbûneke aborî û civakî, û rakirina her cûreyê cudakariyê, têrê nakin. Entegrasyona rastîn nayê wateya helandina Kurdan di nasnameya Tirkî de, lê belê nasîna pirrengiya nasnameya neteweyî ya Tirkî.

Bandora Herêmî û Yekîtiya Ewropayê

Nebî diyar kir ku çareserkirina doza Kurdî li Tirkiyeyê dê bandoreke rasterast li ser têkiliyên wê bi Iraq, Sûriye û Îranê re bike, ji ber ku ev dewlet ji her destkeftiyeke Kurd ditirsin ku bibe sedema daxwazên bi vî rengî ji aliyê Kurdên wan welatan ve. Herweha, wî got ku dosyayên mafên mirovan û demokrasîyê astengiya herî mezin in li pêşiya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewropayê de. Çareseriyek bi PKKê re bi tenê têrê nake; pêdivî bi reformên berfireh heye ku dadgeh, medya, azadiyên giştî û mafên hindikahiyan jî bigire nav xwe.