Seyran Kerîm bû Seroka Federasyona Revenda Kurdistanî li Swîsre

Li Swîsreyê Federasyona Revenda Kurdistanî hate damezrandin û Seyran Kerîm bû Seroka Federasyona Revenda Kurdistanî li Swîsre.

Aug 24, 2025 - 08:58
Seyran Kerîm bû Seroka Federasyona Revenda Kurdistanî li Swîsre

Bi serokatiya Komîteya Rêveber a Konfederasyona Rewenda Kurdistanî û bi amadebûna endamên her sê navendên Swîsreyê (Zûrîh, Basel, Cenevre), Federasyona Rewenda Kurdistanî li Swîsreyê hate damezrandin û Serokê Federasyonê jî hate destnîşankirin.

Li gor daxuyaniyeke Ragihandina Konfederasyona Revenda Kurdistanî, êvara roja Pêncşemê, 21.08.2025, bi awayekî online û bi rêya bernameya Zoom, civîna giştî bi serokatiya birêzan Şermîn Bozarslan, Cîgira Serokê Konfederasyonê û Berpirsa Nivîsîngeha Rêxistinê, Şukrî Berwarî, Cîgirê Serok û Berpirsê Ofîsa Darayî, Dr. Baban Elyasî, Endamê Cîgir ê Komîteya Rêveber û Endamê Nivîsîngeha Peywendiyan, herwiha bi amadebûna endamên her sê navendên Rewenda Kurdistanî li Swîsreyê (Cenevre, Basel, Zûrîh), Federasyona Rewenda Kurdistanî li wî welatî hate damezrandin û tê de Seyran Kerîm weke Seroka Federasyonê hate destnîşankirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hatiye nivîsîn: Di beşeke din a civînê de, madeyên projeya Destûra Federasyonê hatin xwendin û piştî nîqaş û nerînên hevalan, bi yekdengî hat qebûlkirin, paşê Komîteya Rêveber ji pênc endamên sereke û du endamên cîgir hatin destnîşankirin, ku ev heval in:
1- Seyran Kerîm
2- Soran Hesen
3- Ammar Dawid
4- Şoriş Ordogan
5- Nûa Muhsîn Abdullah
6- Mizgîn Cemal Hacî
7- Ahmed Teîmûrî
Herwiha Komîteya Şêwirmendî jî hat destnîşankirin, ku ev heval in:
1- Kardo Serbaz
2- Rêdiyar Siyabend Abbas
3- Mesûd Beg
Paşê Komîteya Çavdêriyê jî hat destnîşankirin, ku ji:
1- Oktay Kutbedîn Gazî
2- Mecîd Ezzo Hemo pêk dihat.
Di dawiya civînê de, Seyran Kerîm bi yekdengî wek seroka federasyonê hat destnîşankirin û ji aliyê endamên Komîteya Rêveber ve spasiya hemûyan kirin û pîrozbahî li Komîteya Rêveber a Federasyonê û tevahiya endamên beşdar kirin.