Girîngiya Pîşesaziya Xwarinê li Herêma Kurdistanê

Aug 23, 2025 - 16:37
Girîngiya Pîşesaziya Xwarinê li Herêma Kurdistanê

Pîşesaziya xurek û xwarinê stûneke bingehîn a aboriya welatan e, roleke girîng di gihîştina pêşkeftina domdar de bi rêya dahatên bilind û bandora xwe ya rasterast li ser ewlehiya xwarinê û aramiya civakê de dilîze.

Celal Seîd Kerîm Gerawî, lêkolînerê payebilind ê Kurd di warê aboriyê de ji bo (Rojnameya Hewlêr) ê gotiye ku feydeyên birêvebirina vê sektorê ji peydakirina xwarinê wêdetir diçe û warên aborî, civakî û stratejîk ên demdirêj li xwe digire.

Feyde û Sûdên Aborî yên Rasterast û Nerasterast ên Birêvebirina Kargehan:
Nirxê Zêdekirî û Qezenca Herî Zêde: Pîşesaziyên xwarinê berhemên çandiniyê yên destpêkî (wekî sebze, fêkî, genim û goşt) diguherînin bo berhemên ku nirxê wan ê zêdekirî jî zêdetir e. Mînak, li şûna ku genim wek dexlê xav were firotin, dibe ar û paşê nan û hevîrkarî, û nirxê wê yê aborî di her qonaxeke hilberînê de çend qatan zêde dibe. Ev veguherîn rêjeyên qezencê yên zêdetir ji bo hilberîneran çêdike û dahat û feydeya aborî ya giştî ya sektora çandiniyê bilind dike.

Lêkolînerê Kurd Gerawî behsa peydakirina derfetên kar kiriye û dibêje: Pîşesaziya xwarinê yek ji wan sektoran e ku herî zêde pêwîstî bi hêza kar heye. Derfetên kar ên cihêreng peyda dike, ji karkerên xeta hilberînê bigire heta teknîker û pisporên kontrolkirina kalîteyê, û yên ku di warê pakkirin, firoşyariyê, bazarkirinê (marketing) û belavkirinê de kar dikin. Ev yek jî beşdarî kêmkirina rêjeya bêkariyê û bilindkirina asta jiyana takekesan dike.

Teşwiqkirin û Handana Sektorên Aborî yên Din: Pîşesaziya xwarinê ya pêşketî, handerek e ji bo komeke berfireh a sektorên piştgir. Kargehên xwarinê pêwîstiya wan bi materyalên pakkirinê heye wekî (plastîk, cam, karton), amûr û alav, xizmetguzariyên veguhestin û lojîstîkê, her wiha xizmetguzariyên firoşyarî û reklamê. Ev pêwendiya bihevrebûyî bandoreke piralî di aboriya niştimanî de çêdike, ji ber ku geşepêdana sektora pîşesaziya xwarinê dibe sedema geşepêdana sektorên din ên pêwendîdar.

Başkirina Hevsengiya Bazirganiyê: Bi peydakirina daxwaza navxweyî ji bo berhemên xwarinê yên amadekirî, pîşesaziya xwarinê beşdarî kêmkirina girêdana bi îthalatê û hawirdekirinê re dike, ku diravê biyanî ji bo welêt xilas dike. Di qonaxeke paşê de, ev pîşesazî dikarin ber bi hinardekirinê ve biçin û bibin çavkaniyeke girîng a kişandina diravê biyanî û hevsengiya bazirganiyê ya welêt bihêztir bikin.

Bandora Pîşesaziya Xwarinê û Kargehan li ser Aboriya Niştimanî:
Pîşesaziya xwarinê beşdariyeke berçav di berhema navxweyî ya giştî ya welatan de dike. Çiqas nirxê zêdekirî ku ev sektor çêdike zêdetir be, ewqas zêdetir bandoreke erênî li ser geşepêdana aborî ya giştî dike. Her wiha, aramî û geşepêdana vê sektorê baweriya veberhêneran bilind dike û veberhênanên navxweyî û biyanî yên zêdetir ber bi xwe ve dikişîne.

Pîşesaziya xwarinê roleke stratejîk di geşepêdana gundan de dilîze, ji ber ku bazareke aram û parastî ji bo berhemên çandiniyê peyda dike, cotkaran teşwîq dike ku berhemên xwe zêde bikin û kalîteya wan baştir bikin. Ev yek jî di encamê de dibe sedema zêdebûna dahatê û başkirina asta jiyanê û beşdarî geşepêdana hevseng di navbera herêmên gundewarî û bajaran de dibe.

Di beşek ji nivîsê de hatiye ku ewlehiya xwarinê wekî peydakirina xwarina ewle û saxlem ji bo hemû endamên civakê di her demê de tê pênasekirin. Pîşesaziya xwarinê roleke sereke di gihîştina vê armancê de bi van awayên jêrîn dilîze:

Parastina Xwarinê ji Xerabûnê: Pêvajoyên amadekirina xwarinê yên wekî konservekirin (qutîkirin), cemidandin, hişkkirin û pasterîzekirin beşdarî dirêjkirina temenê refê yê berhemên çandiniyê yên demsalî dibin, windabûn û îsrafa xwarinê kêm dikin û peydabûna wê li seranserê salê mîsoger dikin.

Peydakirina Xwarina Cihêreng û Ewle: Pîşesaziya xwarinê rê dide cihêrengkirina çavkaniyên xwarinê yên ku ji bo xerîdaran berdest in. Her wiha, pêvajoyên hilberînê di bin kontrola tenduristiyê ya tund û standardên taybet ên kalîteyê de ne, ku ewlehiya berhemên xwarinê û dûrbûna wan ji gemaran (pîsker) mîsoger dike.

Damezrandina Komgeh û Embareke Stratejîk: Pîşesaziyên xwarinê dihêlin ku welat embareke stratejîk ji kelûpelên xwarinê yên sereke ava bikin, ku dikarin di demên awarte de wekî şer û qeyran û krîzan, her wiha di dema karesatên xwezayî an enflasyona tund di bazarên cîhanî de werin bikaranîn. Ev yek şiyana welêt a li hember astengiyan bilind dike.

Di dawiyê de, em dikarin bibêjin ku veberhênana di pîşesaziya xwarinê û pêşxistina wê de ne tenê vebijarkeke aborî ye; belkî pêwîstiyeke stratejîk e ji bo bidestxistina geşepêdana berfireh û domdar. Bi rêya vegerandina dahatên bilind û bandora xwe ya kûr li ser aboriya niştimanî û şiyana dabînkirina ewlehiya xwarinê, pîşesaziya xwarinê îspat kiriye ku ew motoreke sereke ya geşepêdan û bextewariyê ye.

Aryan Dergeleyî – Hewlêr