Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola Serokê Desthilata Dadwerî dike
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola Serokê Desthilata Dadwerî dike
Her di berdewamiya hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, piştînîvroya îro sêşemê 05.05.2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re, bi birêz dadwer Fayîq Zêdan, Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Iraqê re civiyan.
Di civînê de, rewşa siyasî û giştî ya welat hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan tekez kir ku serxwebûna desthilata dadwerî bingeheke sereke ye ji bo parastina desthilat û saziyên welat û aramî û mafên destûrî yên her kesî.
Serok Nêçîrvan Barzanî, rola birêz Serokê Desthilata Dadwerî ya parastina aramî û tenahiya siyasî û berjewendiyên bilind û nîştimanî yên welat bilind nirxand, her wiha spasiya birêz Zêdan kir ji bo rola wî ya girîng di çareserkirina probleman û dîtina hevfêmkirinê di navbera aliyan de.
Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya serweriya yasayê û xebata di çarçoveya destûrê de kir wek tenê rê ji bo çareserkirina problemên welat û parastina mafên yasayî yên hemû pêkhateyan û qewareya federe û destûrî ya Herêma Kurdistanê.
Berdewamî û pêşvebirina harîkarî û hevahengiya navbera dezgeh û saziyên dadwerî yên federe û Herêma Kurdistanê, beşek din a civînê bû.