Damezrandina Komara Gel a Çînê Li Kurdistanê Pîrozkirin
76emîn Salvegera Damezrandina Komara Gel a Çînê Li Hewlêrê Hat Pîrozkirin; Parka Çînî Radestî Hikûmeta Herêmê Hat Kirin
Hewlêr - Kurdistan – Êvara roja 16ê Îlona 2025an, bi amadebûna hejmareke berçav ji berpirsên bilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dîplomatkaran, nûnerên partiyên siyasî, bazirgan û karsazan, merasîmeke taybet ji bo pîrozkirina 76emîn salvegera damezrandina Komara Gel a Çînê li Hewlêrê hat lidarxistin. Di merasîmê de, kilît û mifteya "Parka Çînî" ya ku ji aliyê Konsolxaneya Giştî ya Çînê ve li Hewlêrê hatiye avakirin, bi fermî radestî berpirsên hikûmeta herêmê hat kirin, ku ev yek weke semboleke dostaniyê hat nirxandin.
Çîn: Berpirsyariya Cîhanî û Hevkariya Berfireh
Konsolê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê, Liu Jun, di destpêka merasîmê de xêrhatina mêvanan kir û li ser girîngiya vê rojê rawestiya. Jun destnîşan kir ku di 76 salên borî de, Çînê hem berpirsyariyên xwe yên navxweyî hem jî yên cîhanî bi cih aniye, her tim piştgirî daye piralîbûn û bazirganiya azad. Wî anî ziman ku Çîn bi qasî %30 ji geşbûna aborî ya cîhanî pêk tîne û hevparekî bazirganî yê sereke ye ji bo zêdetirî 150 welat û herêman, û aboriya wê ya geş derfetên mezin ji bo cîhanê tîne.
Herwiha, Jun bal kişand ser 10emîn salvegera hevpeymaniya stratejîk a di navbera Çîn û Iraqê de û hevkariya di çarçoveya "Kember û Rê" de. Wî tekezî li ser pêşketina dostanî û hevkariya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de kir, diyar kir ku di du salên dawîn de zêdetirî hezar vîze ji bo welatiyên Kurd hatine dayîn û hejmara bursên ji bo xwendekarên herêmê gihîştiye asteke nû ya bilind. Li ser projeyên çandî û perwerdehiyê, wî behsa geşbûna Beşa Zimanê Çînî li Zanîngeha Selaheddîn û Navenda Lêkolînên Çînê li Zanîngeha Silêmaniyê kir.
Derbarê Parka Çînî de, Jun ragihand ku ev projeyeke "biçûk lê bibandor" e ku dê zindîtiyeke zêdetir bixe nava têkiliyên her du aliyan, û ew bi fermî radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Wî axaftina xwe bi tekezkirina li ser pabendbûna Çînê bi berjewendiya hevpar, vebûna asteke bilind û piştgiriya pêşketina aborî û civakî ya Herêma Kurdistanê bi dawî kir.
Herêma Kurdistanê Spasiya Hevkariya Çînê Dike
Di bersivê de, Berpirsê Fermangeha Têkiliyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Muhsîn Dizeyî, li ser navê gel û hikûmeta Herêmê, salvegera damezrandina Komara Gel a Çînê li Konsolê Giştî û karmendên konsolxaneyê pîroz kir. Dizeyî spasiya Çînê kir ji bo hevkariyên di van salên dawîn de bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re danîne û hêvî kir ku Herêm ji ezmûnên Çînê sûd werbigire.
Wî eşkere kir ku îsal nêzîkî 700 berpirs û karmendên Hikûmeta Herêmê bi rêya bernameyekê hatine piştgirîkirin û ji bo mijarên cûda vexwendina Çînê kirine. Dizayî banga xurtkirina têkiliyên akademîk û çandî kir, bi taybetî bi zanîngehên Selaheddîn û Silêmaniyê re, û piştrast kir ku Hikûmeta Herêmê piştgirî dide ramanên hevbeş ên ji bo paşerojê.
Di dawiya axaftina xwe de, Dizeyî spasiya Konsolxaneya Çînê kir ji bo avakirina Parka Çînî ya li Hewlêrê, ku ev proje bi hevkariya Fermangeha Têkiliyên Derve, kompaniyên Çînî û Wezareta Şaredarî û Geşt û Guzariyê pêk hatiye. Wî hêviya berdewamî û xweşguzeraniyê ji bo gel û hikûmeta Çînê xwest û tekezî li ser xurtkirina têkiliyên du alî yên di navbera her du aliyan de kir.