Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya rewşa Iraqê gotûbêj kirin.
Di berdewamiya hevdîtinên xwe de li Bexdayê, îro sêşemî 05.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, digel birêz Irfan Siddiq, Balyozê Brîtanya li Iraqê civiya.
Di civînê de, pêvajoya siyasî ya welat, pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya federal, serdan û hevdîtinên Serok Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê digel serkirdeyên Iraqî, rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û geşedanên herêmê hatin gotûbêjkirin.
Herdu alî li ser girîngiya hevahengî û hevkariya hevbeş a Herêma Kurdistanê digel aliyên Iraqî ji bo serxistina pêvajoya siyasî û pêkanîna hikûmeta federal a dahatû ku bibe rengvedana çaverêkirinên welatiyan û bikare rûbirûyî astengiyan bibe û serweriya welat biparêze.
Birêz Balyozê Brîtanya tekez kir ku welatê wî bi girîngî li peywendiyên xwe yên digel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û pabende bi berdewamiya piştgirîkirina wan. Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgiriya Brîtanya ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir.
Encamên şerê li herêmê û çend mijarên din ên girîngiya hevbeş, babeteke din a civînê bûn.