Paradoksa Bêdewletiya Kurdan
Zanyariyên li ser pirtûka "Paradoksa Bêdewletiya Kurdan: Stratejiyên Konfederalîzm û Tirkiyeyîkirin a Ocalan"

Hewlêr - Kurdistan – Pirtûkeke nû ya bi navê "Paradoksa Bêdewletiya Kurdan: Stratejiyên Konfederalîzm û Tirkiyeyîkirin a Ocalan" ku ji aliyê lêkolîner Kamal Soleimanî û Behrooz Shojaî ve bi hev re hatiye nivîsandin, ji aliyê Weşanên Doz ve hate weşandin. Pirtûk, projeya Abdullah Ocalan bi nêzîkatiyeke rexneyî dinirxîne û dibêje ku ew li dijî maf û daxwazên bingehîn ên neteweya Kurd disekine.
Ev xebata lêkolînî, ku nêzîkî salek û nîvek berê qediya ye, eşkere dike ku projeya Ocalan ne xwedî taybetmendiyeke demokratîk e û ne jî konfederal. Nivîskaran di pirtûkê de anîbûn ziman ku projeya navborî li dijî daxwaz û mafên bingehîn ên neteweya Kurd disekine û tewra qebûlkirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî jî wekî gefekê dibîne.
Di pirtûkê de bal li ser peyamên Ocalan ên ji bo PKK’ê tê kişandin, bi taybetî yên ji Sibata sala 2025’an û pê ve, ku tê de daxwazên Kurdan – yên ku tenê di çarçoveya çandî de tên pênasekirin – wekî "neteweperestiya tund" hatine binavkirin. Nivîskaran ev yek wekî nîşana helwesta Ocalan a li dijî mafên herî bingehîn ên Kurdan şîrove kirine û gotine ku ev rewş, rastbûna nirxandinên di pirtûka wan de bi zelalî piştrast dike.
Soleimanî û Shojaî, projeya Ocalan wekî stratejiyeke nû ya ji bo tirkiyeyîkirina hemû Kurdên Bakurê Kurdistanê binav dikin. Lê belê ferqa vê stratejiyê, li gorî wan, ew e ku ne bi zora dewletê, vê carê bi riya aktorekî Kurd ve tê hewldan ku were rewakirin. Ew diyar dikin ku ev proje êdî ne wekî planeke rasterast a tunekirinê, lê wekî "paradîgmayeke rizgarîxwaz" a qaşo tê pêşkêşkirin.
Her çend pirtûk nêzîkî salek berî peyama dawî ya Ocalan hatibe nivîsandin jî, nivîskaran destnîşan kirine ku wan berê li dijî mafên wî yên çandî û zimanî yên aşkere derketibûn; herwiha bi hûrgilî eşkere kirine ku "projeya Ocalan" ji sala 2005’an û vir ve çawa veguheriye pêvajoyeke hilberîna rewayetiyê.
Li ser rûpela paşîn a pirtûkê ev îfade cih digirin: "Ev pirtûk, projeya 'Konfederalîzma Demokratîk' a ku Ocalan ji sala 2005'an ve pêş xistiye, bi nêzîkatiyeke rexneyî lêkolîn dike. Her çend proje di naveroka xwe de soz bide ku modela netewe-dewletê derbas bike jî, di rastiyê de tu dijwariyekê li hember avahiyên kolonyal ên dewletên Tirk, Fars û Ereb pêşkêş nake; berevajî, asîmîlasyona li ser Kurdan rewa dike. Ev xebata ku ji metnên Tirkî yên Ocalan derketiye, rexneyeke pir-alî li îdeolojiya wî dike û eşkere dike ku mafên herî bingehîn ên Kurdan jî ewle nake."