Bazê Kurdistanê Rûslan Amûyev: Xewna min ew e ku gelê Kurd serbilind bikim
Bazê Kurdistanê Rûslan Amûyev ji bo her ciwanekî Kurd ê ku xewnên mezin dibîne û dixwaze serbikeve wiha şîret û pêşniyaran dike: Xwe bawer bikin. Ji bo xewnên xwe bixebitin. Her sibeh du bijarteyên we hene—şiyar bibin û li dû armancên xwe bigerin an jî bi wan re di xew de bimînin. Motîvasyon dê winda bibe, lê dîsîplîn û fedakarî dê we hilgire. Sebir bikin.

Em hewl didin Kurd û Kurdistaniyên li cîhanê de serkeftî bi we bidîn nas kirin. Yek ji serkeftiyên Kurd jî Rûslan Amûyev e. Amuev, Şervanekî profesyonel ê Hunerên Şerî yên Têkel (MMA) ye. Ew di rîngê de wekî "Bazê Kurd" tê naskirin. Ew bi eslê xwe ji Bîşkek, Qirgizistanê ye û ji nesla Kurdên Qefqasî tê. Ew ji Hezîrana 2021 an ve şervanekî profesyonel e û heya niha 9 serkeftin û 0 têkçûnê ye.
Çîroka wî ya destpêkirina MMA piştî ku wî şerekî UFC yê navbera Khabib Nurmagomedov û Conor McGregor dît, dest pê kir. Armanca wî ya sereke ew e ku bibe yekem Kurd ê şampiyonê UFC yê, da ku gelê xwe serbilind bike û ciwanên Kurd teşwîq bike. Ew her dem girîngiyê dide dîsîplîn, fedakarî û hedar û sebirê.
Bazê Kurdistanê Rûslan Amûyev wiha xwe dide nas kirin: Navê min Rûslan Amûyev e, di rîngê de wek Bazê Kurd jî tê naskirin. Ez bi eslê xwe ji Bîşkek, Qirgizistanê me, û ez ji nesla Kurdên Qefqasî yên bi rûmet têm ku ji ber rejîma Stalîn di dema Sovyeta Berê de sirgûnî Asyaya Navîn bûne.
Her wiha Amûyev di derbarê kar û werzîşa xwe de û çawayî ya destpêkirina werzîşa MMA de wiha dibêje: Berî MMA, ez wekî hobî bi pehlewanî û werzîşê re mijûl bûm. Rojekê di otobusekê de li Qirgizistanê her tişt guherî. Şofêr şerekî UFC lêdixist—Xabîb Nurmagomedov li hember Konor McGregor. Min dît ku her kes serkeftina Xabîb pîroz dikir, û tiştek di min de zindî bû. Min digot, “Eger ew bikare bike û gelê xwe serbilind bike, ez jî dikarim.” Wê kêliyê rêwîtiya min a MMA yê dest pê kir.
Xewna min a dawîn ew e ku bibim şervanekî UFC û yekem şampiyonê Kurd
Rûslan Amûyev di derbarê armanca xwe de jî dide zanîn ku ew dixwaze gelê Kurd di qada navdewletî de serbilind bike û dibêje: Ji 12ê Hezîrana 2021ê ve, ez şervanekî MMA yê profesyonel im, niha 9 serkeftin û 0 binketî me. Xewna min a dawîn ew e ku bibim şervanekî UFC û yekem şampiyonê Kurd, da ku gelê xwe serbilind bikim û wan teşwîq bikim, û ji cîhanê re nîşan bidim ku Kurd xwedî dilê şervanekî û hêza şampiyonan in.
Rûslan Amûyev ji ciwanên Kurd re dibêje: Berdewam bikin, dema we tê...
Bazê Kurdistanê Rûslan Amûyev ji bo her ciwanekî Kurd ê ku xewnên mezin dibîne û dixwaze serbikeve wiha şîret û pêşniyaran dike: Xwe bawer bikin. Ji bo xewnên xwe bixebitin. Her sibeh du bijarteyên we hene—şiyar bibin û li dû armancên xwe bigerin an jî bi wan re di xew de bimînin. Motîvasyon dê winda bibe, lê dîsîplîn û fedakarî dê we hilgire. Sebir bikin. Ew mifteya vekirina deriyên rast di jiyanê de ye.
Ez ne tenê ji bo xwe şer dikim, lê ji bo ku her ciwanekî Kurd ê ku xewnên mezin dibîne teşwîq bikim. Berdewam bikin. Dema we tê.