SHK: Gelek Sal in Nûnertiya Fîlîstînê Li Herêma Kurdistanê Heye

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyeke mezin li gotûbêjên di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî û navendên navdewletî de yên li ser Fîlîstînê dinêre.

Sep 23, 2025 - 19:02
Sep 23, 2025 - 19:08
SHK: Gelek Sal in Nûnertiya Fîlîstînê Li Herêma Kurdistanê Heye
Mesûd Barzanî Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Mehmud Ebas Serokê Desthilatdarê Filistînê

Hewlêr - Kurdistan: Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) îro, Sêşem, 23ê Îlona 2025an, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Fîlîstînê û damezrandina dewleta wan di çarçoveya qanûnên navdewletî de dubare kir, û banga dawî anîna şer û pêkanîna aştiyê li herêmê kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyeke mezin li gotûbêjên di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî û navendên navdewletî de yên li ser Fîlîstînê dinêre.

Serokatiyê anî ziman ku Herêma Kurdistanê, wek gelekî ku "gelek qurbanî ji bo azadî û mafên xwe yên rewa dane," bi rêz li têkoşîn û cangoriya gelê Fîlîstînê ya ji bo azadiyê dinêre. Her wiha hat bibîrxistin ku ev gelek sal in nûnertiya Fîlîstînê li Herêma Kurdistanê heye, ku nîşana girêdana dîrokî û hestyarî ya di navbera her du gelan de ye.

Daxuyanî her wiha tekezî li ser helwesta neguhêr a Herêma Kurdistanê kir ku "şer û kuştin ti pirsgirêkekê çareser nake." Ji bo ku "her kes di aramî, ewlehî û bextewariyê de bijî," bang hat kirin ku divê "şer û çalakiyên çekdarî rawestin, bi hevrejiyan û aşitî pêk were."

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku pêwîst e li gorî nirxên mirovî û qanûnên navdewletî, mafê rewa yê gelên herêmê û ewlehî û jiyanek bi rûmet û dadwerî ji bo her kesî bê misoger kirin û were pejirandin.

Hêjayî bi bîranînêye ku roja dûşema 13/04/2009 Mehmud Ebas Serokê Desthilatdarê Filistînê gihiştibû Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazî kirin.

Daxûyaniya Fermî ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê bi girîngiyeke mezin li gotûbêjên di çarçoveya civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî û navendên navdewletî de yên li ser Fîlîstînê dinêre. Em li Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ya tam ji bo mafê çarenivîsê yê gelê Fîlîstînê û damezrandina dewleta wan di çarçoveya rewa û qanûnên navdewletî de, dubare dikin.

Em wek gelekî ku me gelek qurbanî ji bo azadî û mafên xwe yên rewa dane, bi rêz li têkoşîn û cangoriya gelê Fîlîstînê ya ji bo azadiyê dinêrin û ev gelek sal in ku nûnertiya Fîlîstînê li Herêma Kurdistanê heye.

Em tekezî li ser helwesta neguhêr a Herêma Kurdistanê dikin ku şer û kuştin ti pirsgirêkekê çareser nake. Ji bo ku her kes di aramî, ewlehî û bextewariyê de bijî, divê şer û çalakiyên çekdarî rawestin, bi hevrejiyan û aşitî pêk were û li gorî nirxên mirovî û qanûnên navdewletî mafê rewa yê gelên herêmê û ewlehî û jiyanek bi rûmet û dadwerî ji bo her kesî bê misoger kirin û were pejirandin.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

23/09/2025