Serokê Herêma Kurdistanê Fermana Herêmî ji bo Damezrandina Navçeyek û Nahiyeyekê Derxist
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşem, 23ê Îlona 2025an, du fermanên herêmî yên girîng îmze kirin, ku tê de Navçeya (Qeza) Rizgarî li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan û Nahiyeya Avkan li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê hatin damezrandin.

Hewlêr - Kurdistan: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşem, 23ê Îlona 2025an, du fermanên herêmî yên girîng îmze kirin, ku tê de Navçeya (Qeza) Rizgarî li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan û Nahiyeya Avkan li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê hatin damezrandin. Armanc ji van biryaran başkirina xizmetguzariyan û bersivdana daxwazên welatiyan e.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, damezrandina Navçeya Rizgarî li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Germiyan, heman tixûbê nahiyeya niha ya Rizgarî li xwe digire. Ev biryar tê payîn ku bibe piştgir ji bo pêşxistina xizmetguzariyan di hemû waran de.
Her wiha, Serok Nêçîrvan Barzanî fermaneke din ji bo damezrandina Nahiyeya Avkan ya li tixûbê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê jî îmze kir. Ev gava hanê jî ji bo xizmetkirina zêdetir ji xelkê herêmê re û bersivdana baştir a daxwaz û hêviyên welatiyan li wê deverê hatiye avêtin.
Serokatiyê tekez kir ku damezrandina van yekîneyên îdarî yên nû, dê alîkar û piştgir be ji bo pêşxistina xizmetguzariyan ji niştecîhên wan herêman re di hemû waran de, û dê baştir bersivê bide daxwaz û hêviyên welatiyên li wan tixûban.