Pêşangeha Jinên Pêşmerge Hate Vekirin
Li Ser Qela Hewlêrê Pêşangeheke Wêneyî ya bi navê Em Jinên Pêşmerge ne ji bo Hejmarek Jinên Pêşmerge Hate Vekirin

Hewlêr - Kurdistan: Li ser Qelaya Hewlêrê ji bo hejmarek jinên Pêşmerge pêşangeheke wêneyî hate vekirin. Pêşangeh têkoşîn û jiyana jinên Pêşmerge di nav Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de nîşan dide.
Ragihandina Wezareta Pêşmerge ragihand ku îro Yekşem, 21-9-2025, bi amadebûna Lîwa Rûkin Bextiyar Mihemed, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, û Beyan Samî Ebdulrehman, Şêwirmenda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Kolonel Lînda Capella, Şêwirmenda Leşkerî ya Hêzên Hollandayê li Herêma Kurdistanê, û hêjmarek ji şêwirmend û rêvebirên giştî yên Wezareta Pêşmerge, pêşangeheke wêneyî di bin sernavê "Em Jinên Pêşmerge Ne" de hate lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, pêşangeh ji aliyê Şêwirmenda Leşkerî ya Hêzên Hollandayê ve, bi hemahengiya bi Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariyê re, hate organîzekirin.
Kolonel Lînda, ku xwediyê ramana rêkxistina pêşangehê bû, got ku ev pêşangeh sernaveke mezin hildigire û tenê wêne tê de nîne, lê belê ew neynikeke qehremanî, berxwedan û bîranînê ye ku azadî ji aliyê jinan ve tê parastin.
Wê her wiha got, "Dema ez li van wêneyan dinêrim, hêz û fedakariyê dibînim," lewma divê jina Pêşmerge xurt be, xizmet bike û biparêze, bibe serok.
Di dawiya axaftina xwe de, Kolonel Lînda destnîşan kir, "Hûn îlhamdar in, lewma ez ji we re dibêjim, wek jinek, efserek û endameke me, hûn ne bi tenê ne û ez jî Pêşmerge me."
Lîwa Rûkin Bextiyar Mihemed, Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, rola bêhempa ya jina Pêşmerge di têkoşîn û berxwedanê de bilind nirxand, û bal kişand ser wekheviya di navbera mêr û jinê de di warên leşkerî de, û got, "Em bi naskirina beşdariya jinan vê prensîbê pêk tînin ku Wezareta Pêşmerge saziyek e ji bo her kesî û derfet li ser bingeha hêjahî û jêhatîbûnê hatine avakirin, bi bê cudahiya zayendî."
Ev pêşangeh bi hemahengiya tîmê şêwirmendên leşkerî yên Hollandayê bi Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariyê re hate lidarxistin. Armanc ji wê ew bû ku têkoşîn, qehremanî û jiyana jinên Pêşmerge di nav Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de nîşan bide û ev çalakî mînakek bû ji hevkariya navdewletî û girîngîdayîna bi rola jinê di parastina welat de.