Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewbûnê de

Konferansa Duyemîn a Kurdên Qefqasyayê Bi Mijara Netewbûna Kurdan di Cotmeha 2025'an de Li Tiblîsê

Sep 11, 2025 - 13:23
Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewbûnê de

Tiblîsî Gurcîstan: Duyemîn Konferansa Kurdên Qefqasyayê dê di 19'ê Cotmeha 2025'an de li paytexta Gurcistanê, Tiblîsê, were lidarxistin. Konferans dê bi sernavê "Rola Kurdên Qefqasyayê di Pêvajoya Netewbûnê de" bibe cihê gotûbêjên girîng ên akademîk û pratîkî.

Ev konferans ji aliyê Komeleya Kurdên Gurcistanê «Ronahî» û Enstîtuya Kurdî ya Qefqasyayê ve tê organîzekirin, bi piştgiriya giştî ya Konfederasyona Revenda Kurdistanî. Tê payîn ku zêdetirî 60 mêvanên ji nêzikî 20 welatan, di nav de ji çar parçeyên Kurdistanê û welatên din ên wekî Iraq, Îran, Sûriye, Tirkiye, Azerbaycan, Ermenistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Ozbekistan, Rûsya, Almanya, Hollanda, Fransa, Îngiltere, Belçîka, Kanada û Îsraîl, beşdarî civînê bibin.

Mijarên Giştî û Taybet ên Konferansê

Mijara sereke ya konferansê dê li ser pêvajoya netewbûna Kurdan be. Gotûbêj dê bi awayekî berfireh li ser pêşketin û pêvajoyên netewbûnê yên li her çar aliyên Kurdistanê, û her wiha li ser pêvajoyên siyasî û civakî yên li Qefqasyayê werin kirin. Nirxên ku ji hêla Kurdên Qefqasyayê ve di vê pêvajoyê de hatine afirandin, û rola jin, ciwan, ziman û çapemeniyê di pêvajoya netewbûnê de jî dê bibin mijara niqaşan. Her wiha dê bi netewbûna Cihûyan û neteweyên din re jî dê bê li hemberkirin û (mîqayese) kirin.

Berhevdana Bi Konferansa Berê re û ya Nû

Konferansa yekemîn a Kurdên Qefqasyayê par di 15-16'ê Hezîrana 2024'an de li Tiblîsê bi sernavê "Kurdên Qefqasyayê: Perspektîfên Neteweyî" hatibû lidarxistin. Organîzatorên wê, Komeleya Kurdên Gurcistanê 'Ronahi', Enstîtuya Kurdên Qefqasyayê, Encumena Hemahengî (Ewropa), Weqfa Pêşxistina Çanda Kurdî (Kazakîstan) û Federasyona Komeleyên Kurd a Navneteweyî (FKKN) bûn. Di wê konferansê de biryar hatibû girtin ku "Konferansên Qefqasyayê" bibin kevneşopîyek, û her wiha materyalên konferansê bi şêweya pirtûkê werin weşandin.

Îsal, pirtûkek 250 rûpelî ku materyalên ji Konferansa Qefqasyayê ya 2024'an dihewîne, dê pêşkêşî beşdarên konferansê were kirin. Di civîna îsal de, asta bicîhanîna pêşniyarên ku di konferansa sala borî de hatine kirin jî dê were nîqaşkirin.

Li gorî plansaziyê, piştî konferansê, serdanek bo Tiblîsê û konserek mini ya taybet jî tê plan kirin.