Serok Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê, nasname û yekgirtina gelê Kurdistanê ye

Serok Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê, nasname û yekgirtina gelê Kurdistanê ye

Dec 17, 2025 - 14:08
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê, nasname û yekgirtina gelê Kurdistanê ye
Serok Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê, nasname û yekgirtina gelê Kurdistanê ye

Îro Çarşemê, 17/12/2025 sibehê rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, beşdarî merasîma Bîranîna Roja Ala Kurdistanê kir ku li Serokayetiya Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.
Di rêwresmê de Serok Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir, ev jî naveroka wê ye:
Welatiyên hêja,
Malbatên serbilind ên şehîdan,
Pêşmergeyên qehreman,
Roja Ala Kurdistanê li we hemûyan pîroz be.
Îro ku em Roja Ala Kurdistanê bi bîr tînin, tenê bibîranîna rojekê di salnameyê de nîne; belku îro nûkirina peymanê ye ji bo wî sembolê ku nasnameya hebûn, dîrok, xebat û hêviyên me yên ji bo azadî û jiyaneke serbilind diyar dike.
Ala Kurdistanê, nasname û yekgirtina gelê Kurdistanê û bîranîneke zindî ye. Ev ala şahidê rêyeke dirêj a bîhfirehî û berxwedana gelê me ye. Di rojên dijwar ên xebatê de, li ser lûtkeyên çiyayan û di nava bajar û gundan de, zarokên we ev ala bilind ragirtin û bi xwîna xwe, bi xebata xwe, parastina mafê hebûn û jiyana gelê xwe kirin.
Îro bi şanaziyê ve em dibînin ku ev ala li ser saziyên Herêma Kurdistanê, li xwendingeh û zanîngehan, li nexweşxane û navendan bilind dibe. Ev delîlê wê serketinê ye ku bi xwîna şehîdan û qurbanîdana Pêşmerge û berxwedana gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve, bi dest hatiye.
Kurdistaniyên ezîz,
Di Roja Alayê de, peyama me zelal e: Hêza rastîn a Kurdistanê di hevgirtin û yekrêziya me de ye. Ev ala me hemûyan dicivîne, bi cudahiyên ramanên siyasî, olî û neteweyî ve. Di bin sîwana vê alayê de, divê em hemû mil bi mil bixebitin ji bo Kurdistaneke aram ji bo hemû netewe û ol û pêkhatên Kurdistanê, dadperwertir û bihêztir li hemberî astengiyan.
Wefadariya rastîn ji bo xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurdistanê tenê bi dirûşman nabe, belku bi parastina destkeftiyan, bi bicihanîna serweriya yasayê, bi avakirina saziyên bihêz û bi xizmetkirina baştir ji welatiyên Herêma Kurdistanê re dibe.
Ciwanên hêja yên Kurdistanê,
Ala Kurdistanê ne tenê sembola rabûrî ye, belku ala paşerojê ye. Ev peyama hêvî û armancê ye ji bo we. Welat pêwîstî bi zanist, enerjî, dahênerî û xewna we heye. Kurdistan bi zanist û zanînê, bi xebat û hewldanê, bi aboriyeke bihêz û bi aştiyê tê avakirin.
Dema ku em bi şanaziyê ve ala xwe bilind dikin, di heman demê de em pêdagiriya xwe bi hevparîya destûrî di Iraqeke federal û demokratîk de dubare dikin. Em dixwazin ev ala her dem peyama aştî, diyalog, pêkvejiyan û cîrantiya baş bigihîne. Kurdistan weke herdem dê bibe faktora aramî û pira li hev têgihiştinê.
Di vê roja pîroz de, em serî li hember şehîdên Kurdistanê ditewînin ku ev ala bi xwîna xwe nexşandine.
Silav, rêz û qedirgirtin ji Pêşmergeyên me yên qehreman re ku parêzvanên vê axê û vê alayê ne.
Em sozê didin ku em ê her dem parêzvanên yekrêzî û destkeftiyên xwe bin û ala Kurdistanê bi bilindî rabigrin.
Her bilind be Ala pîroz a Kurdistanê.
Gelek spas.