Xwepêşandanên Rojava, Ala Kurdistanê di bazarên Kurdistanê de nehişt
Xwepêşandanên Rojava, Ala Kurdistanê di bazarên Kurdistanê de nehişt
Ji Ber Xwepêşandanên Piştgiriya Rojava, Depoyên Alaya Kurdistanê Ber Bi Valabûnê Ve Diçin
Ji ber berdewamiya xwepêşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, daxwaza welatiyan li ser kirîna alaya Kurdistanê rekoreke nû tomar kiriye. Li gor gotinên bazirganan, ji ber vê daxwaza zêde ku xelk rojane zêdetirî alayekê dikirin, depoyên wan de ala Kurdistanê nemane.
Rojane li Dihok, Hewlêr, Silêmanî û piraniya bajar û bajarokên din ên Herêma Kurdistanê, girse û cemawerekî mezin bê cudahiya temen û zayend diherikin ser kolanan ji bo piştgiriya Kurdên Rojava. Di van xwepêşandanan de welatî bi bilindkirina ala Kurdistanê peyama hevsoziya xwe digihînin.
Pêşewa Letîf, ku yek ji bazirganên navdar ên bajarê Silêmanî ye û bi salan e karê henardekirina ala Kurdistanê dike, ji Ava News re ragihand: Tevî ku wî hejmareke zêde ya alayan henarde kiriye û di dukanê xwe de pêşan daye, lê ji ber zêdebûna kiryaran komgeh û depoyên wan de ala nemane.
Daxwaz tenê li ser alayan nîne, lê belê wan xemilandiyên ku ala Kurdistanê li ser wan hatiye neqşandin jî, firotana wan çend qat ji rojên asayî zêde bûye.
Ji aliyekî din ve: Şivan Karwan, dukanekî din e û dibêje: "Welatî bi coşeke zêde û hesteke neteweyî berê xwe didin dukanên firotina alayan."
Armanca kiryaran ew e ku kolanên Silêmanî bikin tabloyek rengîn bi alaya Kurdistanê û wek nasnameyek ji bo yekîtiyê nîşan bidin.