Guhertinên di Hevsengiyên Stratejîk û Paşeroja Siyasî ya Kurd

Guhertinên di Hevsengiyên Stratejîk û Paşeroja Siyasî ya Kurd

Feb 4, 2026 - 11:12
Guhertinên di Hevsengiyên Stratejîk û Paşeroja Siyasî ya Kurd
Guhertinên di Hevsengiyên Stratejîk û Paşeroja Siyasî ya Kurd

Sero Qadir

Guhertinên di hin hevsengiyên cîgir de, ku doza Kurd xwe dispêrê wan, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê dilgiraniyeke kûr çêkiriye; bi awayekî ku têgihiştineke giştî heye ku behsa îhtimala windakirina hevalbendên me yên navdewletî dike. Ev dilgiraniya gel, ku ji aliyê xwedî-raman û pisporan ve tê vegotin, bêbingeh nîne, lê di heman demê de ne di wê asta metirsîdar de ye ku tê xeyalkirin, bê guman heke bi hin şert û xwendinên siyasî yên hûr pê re were karkirin.

Piştî derbasbûna 35 salan li ser azadiyeke bi şert li Herêma Kurdistanê û 12 salan li ser heman ezmûnê li Rojavayê Kurdistanê, niha zexta guhertinan li Rojhilata Navîn de bi lez û berjewendiyên dewletan li xwe girtiye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl bi rêya zextên curbecur li ser Îranê, hewl didin ku rêzika dawî ya sîstema siyasî ya ku dewletên herêmê li ser hatiye avakirin, hilweşînin. Lê di vê armancê de rûbirûyî astengiyan bûne; ji ber ku dewletên bibandor ên herêmê (Tirkiye, Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û dewletên Kendavê, Misir û Urdun, ku hemû çavên wan li nîşanên Çîn û Rûsyayê ne) ber bi yekbûnê ve diçin ji bo rêgirtina li wê armancê û di warê aborî de bi Amerîkayê re danûstandinan dikin. Xwezaya serokatiya Amerîkayê û şandiyên wê, deriyên van cure zext û danûstandinê heya radeyekê vekirî hiştiye, ku encama wê tengavkirin û lawazkirina pêgeha hevalbendên stratejîk ên Amerîkayê li herêmê ye, bi taybetî (Îsraîl, Kurd bi giştî û Ewropa).

Ev aloziya siyasî wiha kiriye ku Kurdên li hemû parçeyan bikevin bin zextê de, bi taybetî li Rojava ku ketine şerekî ku destên hemû dewletên bibandor ên herêmê tê de hene. Ji bo parastina xwe ji vê qonaxa teng û tijî metirsî, pêwîstiya me bi "siyaseta realîst ji bo derbaskirina qeyranan" heye. Ev yek daxwaz dike ku rêberên siyasî di navenda biryara rast de bicivin û ji "lîstika bi agir" dûr bikevin; ji ber ku di rewşa her şewatekê de tenê Kurd bedelê wê didin û kes bi ewle jê dernakeve.

Li niha de Amerîka û Îsraîl zextên xwe li ser hêzên alîgirên Îranê zêde kirine û yek ji şertên sereke yên gotûbêjên bi Tehranê re, destberdana Îranê ji wan hêzan e. Di beramber de, dewletên bibandor ên herêmê bi rêya dayîna îmtiyazên aborî û siyasî, serokatiya Amerîkayê han û teşwîq dikin ku di nav germaya danûstandinan de hinekî dest ji hevalbendên xwe (Îsraîl û Kurd) de sist bike. Ev yek herçende Îsraîlê tengav dike, lê heke bi zanistî û dîplomasiyeke bilez re kar li ser neyê kirin, metirsiya "şikandina hestiyên Kurd" li gelek deverên Kurdistanê di holê de ye.

Wekî mînak, heke serkirdetiya Rojavayê Kurdistanê salên rabûrî de xwe ji siyaseta nû ya Sûriyê nêzîk bikira û pêvajoya danûstandinan nesekinanda (wekî ku Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji destpêkê ve pêşniyar kiribûn), bê guman ew komploya niha ew qas bi hêsanî pêk nedihat. Bi heman awayî, nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û astengkirina pêvajoyên siyasî û yasayî li Herêmê û Iraqê, heke bi nêrîneke nû ya siyasî neyên çareserkirin, dê destê dijminan ji bo zextê li ser Herêmê bihêztir bike.

Ew rêkeftina ku di navbera Kurd û dewleta Sûriyê de di nava agir de hatiye kirin, divê were parastin; ne ji ber ku bê kêmasî û xefik nîne, lê ji ber ku "parastina Kurd" divê armanca sereke be. Ji bo Herêma Kurdistanê, parastina hevalbendiya bi Amerîkayê re şerta sereke ya mayîndehiyê ye, ev jî bi du aliyan ve dibe: Yekem; danûstandinên berdewam û li ber çavgirtina taybetmendiyên rêveberiya niha ya Amerîkayê. Duyem; pêşxistina raya giştî, navendên biryardar û elît û destebijêrên ku li Amerîkayê piştgiriya Kurdan dikin. Li gel van, divê girîngiya têkiliyên bi dewletên herêmê û Ewropayê re neyê jibîrkirin.

Niha Amerîka û Îran di qonaxa "zext û danûstandinê" de ne. Heke vebijarka aştiyê serkeve, divê Îran sê şertên çarenûssaz qebûl bike:

1 - Ji holê rakirina şiyana atomî û dibe ku ya mûşekî jî bi dû re were.
2 - Destberdan ji hêzên alîgirên xwe (proksiyên xwe).
3 - Qebûlkirina çavdêriya navdewletî ji bo rêgirtina li tepeserkirina nerazîbûnên navxweyî.

Ji ber ku Îran di bin zexteke giran de ye, pêwîst e heya zelalbûna van pirsgirêkan, Kurd li hemû parçeyan, bi taybetî li Herêm û Rojava, di lûtkeya hişyariya siyasî û stratejîk de bin. Di vê demê de nikare li ser encama ti şerekî were behskirin, ji ber ku vebijarka sereke hîna li ser maseya danûstandinan e.