230 Peyman di Pêşangeha Navneteweyî de Hatin Îmza Kirin

Zêdetirê 230 Peymanên Xanûberan di Pêşangeha Navneteweyî ya Xanûberan de Hatin Kirin

Sep 13, 2025 - 17:10
230 Peyman di Pêşangeha Navneteweyî de Hatin Îmza Kirin
Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê

Hewlêr - Kurdistan: Di nava çar rojên şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê de, zêdetirî 230 peymanên kirîn û firotinê hatin kirin û zêdetirî hezar bazirgan jî serdana pêşangehê kirine.

Roja Sêşemiyê, 09.09.2025 bi beşdariya 280 şirketên ji 16 welatên cîhanê, şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê vebû û çar rojan berdewam kir.

Amarên çar rojên pêşangehê wiha bûn:

22 hezar kesan serdana pêşangehê kirine.

Zêdetirê hezar bazirganan serdana pêşangehê kirine.

Zêdetirê hezar derfetên kar hatin ragihandin.

Zêdetirê 230 peymanên kirîn û firotinê hatin kirin.

Hora Saman, Berdevka şeşemîn Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanûberan li Hewlêrê, ji Ava Media re got: Nirxandina şirketên beşdar li ser peyman û hevdîtinên wan bi bazirgan û mêvanan re pir baş bû, bi taybetî ji bo wan şirketên ku ji derveyî Herêma Kurdistanê beşdar bûbûn.

Pêşangeha Navneteweyî ya Veberhênana Xanûberan a îsal li gorî sala borî pir serkeftîtir bû, ji ber ku hejmara beşdaran, peymanan û serdankeran zêdetir bû.

Amarên sala borî wiha bûn:

Hejmara serdankeran: 18 hezar kes

Hejmara peymanên kirîn û firotinê: 180 peyman

Şirketên beşdar: 260 şirket

Welatên beşdar: 15 welat

Zêdetirê hezar bazirganan serdana pêşangehê kiribûn.

Hezar derfetên kar hatibûn ragihandin.