Şîfa Barzanî: Li Diyasporayê Divê Kurdayetiyê bikin

Şîfa Barzanî: Li Diyasporayê Divê Kurdayetiyê bikin

Dec 13, 2025 - 15:17
Şîfa Barzanî: Li Diyasporayê Divê Kurdayetiyê bikin

Li Almanyayê Konferansa Yekemîn a Jinên Diyasporaya Kurdistanê Dest pê kir

Düsseldorf - Almanya – Îro li bajarê Düsseldorf a Almanyayê, konferansa yekemîn a Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanê bi beşdariya zêdetirî 180 jinên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê û ji welatên cuda yên Ewropayê dest pê kir. Ev civîn weke gaveke girîng di rêxistinkirin û bihêzkirina rola jinên Kurd ên di diyasporayê de tê dîtin.

Di destpêka konferansê de, Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, ji ragihandinê axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya beşdariya zêde ya jinên Kurd di vê civînê de. Herwiha diyar kir ku jinên amade ji hemû welatên Ewropayê û ji Herêma Kurdistanê hatine û ew jinên çalak in ku ser bi gelek rêxistinan ve ne. Hêvî kir ku di vê konferansê de peyamên girîng werin şandin û ji bo pêşeroja jinên Kurd ên di diyasporayê de rêyek nû were danîn.

Piştgiriya Serok Barzanî û Hêviyên Encaman

Şîfa Barzanî, Serpereştyarê Revenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re, girîngiya vê konferansê tekez kir û piştgiriya Serok Barzanî ji bo vê însiyatîfê anî ziman. Barzanî got: “Bi rastî, me hêviyên mezin ji jinên Kurd ên di her çar parçeyên Kurdistanê de hene. Jin nîvê civakê ne û di nav malê de di perwerdekirina zarokan, di bilindkirina hesta neteweyî û di fêrkirina zimanê Kurdî de roleke bingehîn dilîzin.”

Barzanî herwiha destnîşan kir ku civîn li ser daxwaza Serok Barzanî tê lidarxistin û armanc ew e ku piştgiriyeke tevahî ji bo vê konferansê û jinên Kurd ên di diyasporayê de were peydakirin. Hêvî xwest ku di encama vê konferansê de encamên baş derkevin û desteyek rêveber were hilbijartin. Li ser pirsa derbarê hevsengiya di navbera jin û mêran de di karên siyasî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Şîfa Barzanî diyar kir ku karên girîng hatine kirin, lê hîn jî rê heye ku biçin. Barzanî got, “Em hêvî dikin ku karên çêtir werin kirin. Em serkirdayetiya Kurd li Başûrê Kurdistanê û li vir Konfederasyona Revenda Kurdistanî hewl didin ku di navbera mêr û jinan de hevsengiyek were çêkirin û em hêvî dikin ku em bi ser bikevin.”

Hevgirtin û Pêşxistina Rola Jinan

Di dawiya axaftina xwe de, Şîfa Barzanî ji Rûdawê re, girîngiya hevgirtin û pêşxistina rola jinan tekez kir û got, "Ya ku ji bo min girîng e, ev e ku hemû bi yek dengî bibêjin, li vir partîtî neyê kirin. Em hemû Kurdbûnê pêk tînin. Divê rola jinê li pêş be. Divê em jinan bi giştî, hem li Kurdistanê hem jî li diyasporayê, piştgirî bikin ku bi hev re bixebitin."

Herwiha anî ziman ku dê bi hûrgilî li ser wan xalan were rawestandin ku dê ji ku derê dest pê bikin, ji ber ku gelek jinên Kurd ên çalak di diyasporayê de hene û her yek ji wan di warê xwe de xwedî jêhatîbûnên cuda ne. Her wiha got: "Divê em van hêzên jinên xwe yên hêzdar bi hev re bînin cem hev ku bi hev re bixebitin û ew kêmasiyên ku hene niha, û ew karên girîng ên ku her kes bi tena serê xwe kiriye, bi hev re bikin."


Konferans armanc dike ku platformekê ji bo jinên Kurd ên di diyasporayê de biafirîne da ku ew ezmûnên xwe parve bikin, hevkariyê pêş bixin û ji bo paşerojeke ronîtir ji bo gelê Kurd bi hev re bixebitin.

https://www.facebook.com/reel/1122570199770573