Kutevi: Divê dewleta Tirk karê xwe bike û Êzidî vegerin cîh û warên xwe

pirsgirêk kêşeyê wan ji aliyê Dadgehê ve jî hatiye qebul kirin û dadgeh biryarê dane ku cîh û warên wan û erdê wan bi wan bi xwe were vegerandin.

Aug 24, 2025 - 12:19
Aug 24, 2025 - 12:59
Kutevi: Divê dewleta Tirk karê xwe bike û Êzidî vegerin cîh û warên xwe
Zeynep Oduncu Kutevi Parlementera Dem Partî ya Êlihê /Batmanê

Zeynep Oduncu Kutevi Parlementera Dem Partî ya Êlihê /Batmanê di nava Parlementoya Tirkiyê de behsa kêşe û astengiyên li ber vegera Êzdiyên Bakûrê Kurdistanê bi giştî û qeza Beşîrî (Qubînê) bi taybetî kir.

Zeynep Oduncu Kutevi Parlementera Dem Partî ya Êlihê /Batmanê di axaftina xwe de anî ziman, pirsgirêk û kêşeyê wan ji aliyê Dadgehê ve jî hatiye qebul kirin û dadgeh biryarê dane ku cîh û warên wan û erdê wan bi wan bi xwe were vegerandin. Êzdî gelê kevnarên vê herêmê ne ku xwediyê rastîn yê vê axê ne, dixwazin vegerin warên xwe û bi awayeke azad li ser warên xwe bijîn. 

Di berdewamiya axaftina xwe ya di nava Parlementoya Tirkiyê de Parlementera Kurd Zeynep Oduncu Kutevi got: Lê belê hê jî Êzdiyên li qeza Qubînî ji aliyê hinek hêzan ve astengî li ber wan tê kirin û nahêlin welatiyên me vegerin gundên xwe. Em wekî Dem Partî dixwazin ev şermezarî bi dawî bibe û karê dewletê ewe ye ku dadweriyê û edelatê li ser kaxizê nehêle û cîbicîbike. Em careke din ji vir bang li aliyên peywendîdarên saziyên dewletê dikîn ku dest bi karên xwe yên yasayî bikin û vegera Êzidiyan cîbicî bikin.