Projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Piştgirî Dide Qurbaniyên Terorê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di warê gihîştina hewara qurbaniyên terorê de xwedî dîrokeke geş e. Mînakeke berbiçav a vê yekê jî ew e ku piştî karesata sala 2014an dema ku çekdarên DAIŞê li dijî Êzidiyan tawanên komkujiyê kirin, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem dezgeh û rêxistina alîkarîbexş bi rêya helîkopteran alîkariyên xwe gihandin Çiyayê Şingalê, ku hejmareke zêde ya Kurdên Êzidî, jin û zarok û kal, hêviya xwe biribûn wir.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sala 2015an de li ser Çiyayê Şingalê nivîsîngehek vekir. Ji ber ku gelê koçber ê li Çiyayê Şingalê pêwîstî bi ava vexwarinê, xwarin, cil û berg û konan hebû. Di demekê de ku Şingal nehatibû rizgarkirin, li ser Çiyayê Şingalê dibistan çêkir, elektrîk û bîrên avê jî ji bo wan dabîn kir. Heta niha jî nêzîkî 300 zarokên ezîz û delal (sêwî) li sînorê Şingalê têne alîkarîkirin, da ku bi ti awayî ji xwendinê qut nebin.
Projeyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Şingalê:
- Projeya Vegerandina Jiyanê ji bo Gelê Şingalê – ku xanî ji bo wan malbatên ku serperiştiyên wan ên malbatê nemane tên çêkirin.
- Navenda Şingalê ji bo kursên Perwerdehiyê û Pîşeyî – ku nêzîkî du hezar kes beşdar bûne û projeyên biçûk ji bo wan hatine vekirin.
- Projeya Mala Girnijîn – ku ji sala 2021an ve li Şêxan, Amêdî, Şingalê berdewam e û taybet bi zarokên xwedî pêwîstiyên taybet û otîzmê ye.
- Projeya Navenda Kursên Pîşeyî bi Hevkariya Rêxistina (IGFM) ya Almanî – ku ji bo şeş mehan berdewam kiriye û 30 kes (14 keç û 16 kur) beşdar bûne.
- Projeya Çêkirina 20 Xanî ji bo yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne.
- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorê de, piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên terorê dubare dike.
- Neteweyên Yekbûyî di sala 2017an de ji bo piştgirî û rêzgirtina ji qurbaniyên terorê û yên ku ji teror û terorîstan rizgar bûne, her wiha ji bo dabînkirina azadî û xweşguzeraniyê ji bo wan, bi biryara hejmar 165/72 roja 21ê Tebaxê wekî "Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Terorê" û rêzgirtin li wan û parastina wan destnîşan kir.