Hêvî Li Dortmundê Di Roja Pirrengiyê De Çanda Kurdî Pêşkêş Kir
Komeleya Kurdî Hêvî Li Dortmundê Di Roja Pirrengiyê De Çanda Kurdî Pêşkêş Kir

Dortmund - Almanya: Komeleya Kurdî Hêvî (Kurdischer Verein Hêvî), roja 27ê Îlonê, beşdarî Roja Pirrengiyê ya li "Haus der Vielfalt" (Mala Pirrengiyê) li Dortmundê bû û çanda Kurdî bi rengekî geş pêşkêş kir.
Komeleyê çanda Kurdî bi muzîk û reqsên kevneşopî yên Kurdî nîşan da û herwiha atolyeyek (workshop) jî lidarxist. Gelek mêvan û beşdaran ji vê derfetê sûd wergirtin da ku bêtir li ser çanda Kurdî fêr bibin û bi xwe jî tevlî çalakiyan bibin.
Di daxuyaniya Komeleya Hêvî de hate gotin ku "Ev rojek xweş bû, tijî hevdîtin, pirrengî û civakîbûn li Dortmundê."
Beşdariya Komeleya Hêvî di vê çalakiyê de, careke din bal kişand ser dewlemendiya çand û hunera Kurdî û cihêrengiya civaka Dortmundê.