Li Dijî Keça Kurd, Hevpeymanîyeke Jîr A Îdeolojîyan Çêbû
Li Kölnê Li Dijî Namzeteke Kurd, Jin Û Koçber, Hevpeymanîyeke Jîr A Îdeolojîyan Çêbû

Köln - Almanya: Nivîskar Ismet Siverekli di derbarê hilbijartinên li bajarê Kölnê yê Almanyayê nivîsiye: Li bajarê Kölnê yê Almanyayê, encamên hilbijartinên şaredariyê yên roja Yekşemê bûne mijara nîqaşên germ di siyaseta welêt de. Berîvan Aymaz, siyasetmedara Kurd û namzeta Partiya Kesk, di tûra duyemîn de li hemberî hevrikê xwe yê SPD'yî, Torsten Burmester, têk çû. Aymaz, ku di tûra yekem de bi dengeke bilind serketibû, di tûra duyemîn de nekarî heman serkeftinê dubare bike. Pirsa sereke ev e: Çima?
Bersiv di nav rêzên encamên hilbijartinê de veşartî ye: li dijî Aymazê hevpeymanîyeke bêdeng hatiye damezrandin.
Hevpeymanîyeke li dijî Berîvan Aymaz
Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bê guman piştgirîya namzetê xwe kir, ev yek ecêb û şaşwazî ne bû. Lê ya herî balkêş ew bû ku partiyên ji aliyên cuda yên siyasî, ji CDU (Yekîtiya Demokratên Xiristiyan) heta FDP (Partiya Demokratên Azad), heta nûnerên rastgirên tund, AfD (Alternatîfa ji bo Almanya), bi awayekî nerasterast an rasterast li dora Burmester civiyan. Tenê xala hevpar a ku ev qas îdeolojiyên cihêreng di heman potê de helandin, eslê koçberiya Aymaz bû û xwesteka wan bû ku rê li ber serkeftina wê bigirin.
Bê guman, ev piştgirî ne di şiklê protokoleke fermî an jî hevpeymanîyeke eşkere de bû. Lê li kolanên Kölnê, di şîroveyên medyayê de û di nav bingeha partiyan de, alîkarîyeke pir zelal hebû: "Bila Aymaz neyê, kê bixwaze were bila were."
Gelo navê vê yekê demokrasî ye, an jî refleksên kûr ên siyasetê ne?
Jinek, Koçberek, Kesk
Namzetiya Aymaz dikaribû ji bo Kölnê bibe fersendeke dîrokî. Wek jineke bi eslê xwe koçber, heke wek şaredara çaremîn bajarê herî mezin ê Almanyayê bihata hilbijartin, ev yek ne tenê ji bo Keskan, lê di heman demê de ji bo bi mîlyonan mirovên bi eslê xwe koçber ên li welêt jî wê bibe hêviyek.
Lê tam ev nasname, ango jin, koçber û Kesk, wekî astengiyek nedîtî derketin pêşiya wê. Rakirina reqabeta desthilatdariyê ya asayî ya SPD û CDU'yê û berê xwe dan heman namzetî, hetta AFD'yê jî xwe li pişt vê xetê bi cih kir, bi rastî jî nîşan dide ku siyaseta Almanyayê çiqas ji guhertinê re ne amade ye.
Dersa Ji Hilbijartinê Mayî
Têkçûna Aymaz, ne têkçûna wê ya kesane ye; berevajî, ew refleksa pergala parastina xwe ye. Hilbijêrên Kölnê bi beşdarbûneke zêde çûn ser sindoqan, lê rêveçûna dengan, li şûna guhertinê, rewşa heyî nîşan da.
Dersa ku Divê Kesk jê bistînin zelal e: li hemberî blokek berfireh a dijber, tenê xwe bispêre bingeha xwe têrê nake. Pêwîst e ku pir bêne avakirin û beşên cihêreng ên bajêr bi hev re bêne cem hev.
Lê dersek din jî ji bo siyaseta Almanyayê derbasdar e: Heke namzeteke jina koçber, tenê ji ber nasnameya xwe, bi cepheyek wisa berfireh re rû bi rû bimîne, divê îdîaya "nûnertiyê" ya demokrasiyê ji nû ve bê pirsîn.
Sindoqên li Kölnê hatin girtin û encam eşkere bûn. Lê nîqaşa sereke nû dest pê dike: Gelo Almanya bi rastî amade ye ku derî li siyasetmedarên bi eslê xwe koçber veke? An jî dîwarek nedîtî li ber derî tê çêkirin?