Serok Nêçîrvan Barzanî Peyamek ji Balyozê Yekîtiya Ewropayê Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Peyamek ji Balyozê Yekîtiya Ewropayê Wergirt
Êvara îro şemiyê 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peyamek ji birêz Klemens Semtner, Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê, wergirt.
Di peyamê de, nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê û balyozxaneyên welatên endam ên di Yekîtiyê de, bi tundî êrîşa îro ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê şermezar kirin. Herwiha kêfxweşiya xwe anîn ziman ku ti zirarên canî ji êrîşê çênebûne.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê bal kişand li ser wê yekê ku ev cure tundûtîjiya bêberpirsiyarî metirsiya geşedana zêdetir a rewşa hestiyar a Iraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê peyda dike. Tekez jî kir ku divê encamderên vê kiryarê radestî dadgehê bên kirin, ji ber ku her êrîşeke li ser dezgehên dewletê û wan berpirsiyarên ku nûneratiya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, an jî li ser nûnerên dîplomatîk, karekî tawankarî ye û ti hêcetek hilnagire.
Di dawiya peyamê de, daxwaz ji hemû aliyan hat kirin ku piştgiriyê bidin hewldanên ji bo dîtina çareseriyên aştiyane li hundirê Iraqê û piştgiriyê bidin destpêşxeriyên dîplomatîk ji bo bi dawî anîna şerê li herêmê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peyam û helwesta Balyozê Yekîtiya Ewropayê û welatên endam ên ji bo şermezarkirina êrîşê û piştgirîkirina aramî û ewlehiyê kir.