Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê ji Serokê Mîrnişînê Wergirt
Serok Nêçîrvan Barzanî Peywendiyeke Telefoniyê ji Serokê Mîrnişînê Wergirt
Şeva borî, şemî 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji hêja Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, wergirt.
Di peywendiya telefoniyê de, hêja Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan bi tundî êrîşa dronê ya îro ya li ser mala Serok Nêçîrvan Barzanî li Dihokê hate kirin, şermezar kir, herwiha piştevaniya berdewam a welatê xwe ji bo Iraqê û Herêma Kurdistanê û parastina asayîş û ewlehiyê dubare kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya peywendiya telefoniya hêja Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan û hevkarî û piştevaniya berdewam a Dewleta Îmaratê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Di mijareke din a peywendiyê de, pêşhatên dawî ya rewşa herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin û herdu aliyan tekez li ser girîngiya hewldanên ji bo bi dawî anîna şer û pêkanîna aramî û ewlehiyê kirin.