Serok Barzanî dengê xwe da piştevanên Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê
Serok Barzanî û tevahiya karmendên Baregeha Barzanî ji bo piştevanên Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê dengê dan.
Roja Pêncşemî, 20ê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî û tevahiya karmendên Baregeha Barzanî bi rêya online ji bo piştevanên Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê dengê dan, da ku xelata baştirîn piştevanên werzîşê li ser asta cîhanê bidest bixin.
Bi vê rêyê jî, daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistanîyan tê kirin ku li her devereke cîhanê bin, bi hev re beşdarî vê dengdanê bikin ku li ser malpera Federasyona Futbolê ya Cîhanî (FIFA) hatiye danîn. Ev e yekem car e di dîroka futbola Asya û Iraqê de ku Yaneya Werzîşî ya Zaxoyê wekî yekemîn yane hatiye berbijêrkirin ji bo bidestxistina xelata baştirîn piştevanên li cîhanê ya sala 2025an.