Fîlmeke Kurdî Di Oscarê Asyayê De Tê Pêşandan

Belgefîlma Kurdî Awazî Balakan 'Awaza Baskan' Dê Li Festîvala Fîlman A Navneteweyî Ya Busanê Bê Pêşandan

Sep 16, 2025 - 11:44
Fîlmeke Kurdî Di Oscarê Asyayê De Tê Pêşandan
Belgefîlma Kurdî Awazî Balakan 'Awaza Baskan'

Hewlêr - Kurdistan: Belgefîlm a Kurdî ya bi navê Awazî Balakan "Awaza Baskan", ku derhêneriya wê Hêmin Xalidî kiriye, dê di sêyemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Busanê de bê pêşandan. Festîvala Busanê wekî "Oscarê Asyayê" tê zanîn û fîlma "Awaza Baskan" gihîştiye beşa pêşbirkê ya fîlmên belgefîlm.

Ev fîlm, ku yekemîn ezmûna derhêneriyê ya Hêmin Xalidî ye, li gundê Dêretfê yê ser bi bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê hatiye kişandin. "Awaza Baskan" çîroka jiyana gundiyên herêmê ku bi hejmareke zêde leylekan re dijîn, vedibêje. Fîlm jiyana gundî ji aliyekî nû ve, û têkiliyên civakî û malbatî yên di civaka Kurdî de bi cîhana derve dide nasîn, lê bi nêrîneke bi temamî cuda.

Derhêner Xalidî diyar kir ku peyama fîlmê hewldaneke ji bo nîşandana jiyana koçberiyê û şîrovekirina serpêhatiyên koçberan ji aliyê mirovperwerî û dilsoziyê ve ye.

Hêmin Xalidî herwiha eşkere kir ku qonaxên lêkolîn û hilberîna belgefîlmê çar salan dom kiriye. Fîlm bi hevkariya Ina Tedzhova ji Gurcistanê, Sergul Muradî ji Îranê û Zeinê Broyan ji Belçîkayê hatiye hilberandin.

"Awaza Baskan" wekî yek ji fîlmên girîng ên îsal ên Festîvala Busanê tê dîtin, û ev derfeteke nû û hêja ye ji bo nasandina sînema Kurdî bi festîvalên cîhanî û cîhana derve re.