Amerîka: Projeyasaya Heşdî Şebiyê komên terorîst rewa dike

Berdevkê Wezareta Karên Derve got, "Amerîka bi tundî li dijî her yasayekê ye ku bi armancên me yên hevkarî û ewlehiyê re neguncê disekine."

Aug 4, 2025 - 08:59
Aug 5, 2025 - 09:56
Amerîka: Projeyasaya Heşdî Şebiyê komên terorîst rewa dike

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku projeyasaya Heşdî Şebiyê rewatiyê dide komên çekdar ên bi serkirdeyên terorîst ve girêdayî.

Dîplomatekî berê yê Amerîkayê Vincent Compax jî diyar dike ku eger proje bê pesendkirin, helwesta Donald Trump dê zêdekirina gumrikê be.

Projeyasaya Heşdî Şeîbiyê ev demeke li Parlamentoya Îraqê bûye sedema nîqaşan.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê helwesta welatê xwe de, bi rêya e-nameyê bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve got, "Amerîka bi tundî li dijî her yasayekê ye ku bi armancên me yên hevkarî û ewlehiyê re neguncê disekine."

Wî her wiha tekez kir ku ew rê nadin ti pêngaveke ku zererê bide bihêzkirina saziyên ewlehiyê û serweriya rasteqîn a Îraqê.

Berdevk got, "Ev projeyasa rewatiyeke sazûmanî ya zêdetir dide wan komên çekdar ên bi serkirdeyên terorîst ve girêdayî ne."

Wî tekez kir ku di nav van koman de yên ku êrişî berjewendiyên Amerîkayê kirine û karmendên Amerîkî kuştine jî hene.

Ev projeyasa, cihê yasaya sala 2016an digire ku ji bo rewakirina avakirina Desteya Heşdî Şebiyê hatibû derxistin.

Berdevk got, "Pesendkirina vê projeyasayê dê bibe gaveke gelekî aloz û dê ji ti kesî re nebe alîkar."

Dîplomatê berê yê Amerîkayê Vincent Compax jî bû mêvanê bernameya Nûrojê, derbarê helwesta Amerîkayê de got, "Gumanên min hene ku Serok Trump bixwaze sizayan li ser hikûmetê bisepîne."

Compax diyar dike ku li gorî gavên Donald Trump ên di dema wî ya duyem a serokatiyê de, "amûra wî ya bijare" gumrik e, ne sepandina sizayan li ser welatan e.

Li gorî wî dîplomatê berê, zêdekirina gumrikê bûye "bersiveke otomatîk" a Trump ji bo cezakirina welatan.

Di meha nîsanê de, Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 39 gumrik li ser Îraqê sepandibû lê di destpêka tebaxê de ev rêje wekî sedî 35 hat kêmkirin.

Vincent Compax diyar kir ku dibe ku di dema pesendkirina projeyasayê de gumrik bê bilindkirin û got:

"Ji ber ku rêyeke hêsantir e û tenê îmzeyek li ser kaxezekê hewce dike.

Her çi qasî kiryarên Trump bi temamî neyên pêşbînîkirin jî, îhtimaleke mezin dê gumrik bibe rêbaza sereke ya cezakirina Îraqê."

Roja şemiyê, Karbidestê Balyozxaneya Amerîkayê yê li Îraqê Steven Fagin, careke din dilgiraniya welatê xwe derbarê projeyasayê de gihand Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Muhsîn Mendelawî.

Di 23yê Tîrmehê de, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî di pêwendiyeke telefonî de "dilgiraniya xwe ya kûr" a li ser projeyasayê ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re anîbû zimên.

Heta ku yasaya Desteya Heşdî Şebiyê li Parlamentoya Îraqê neyê pesendkirin, projeyasaya xizmeta wê desteyê nikare were qebûlkirin.

Rûdaw