Li Zaxo kesek gulleyek li hevalê xwe da û birîndar kir
Ragihandina Rêveberîya Polîsên Zaxo diyar kirine, îro sipêdê kesekî bi demancê teqe li hevalê xwe kiriye û kêşeyek di navbera wan da hebûye û hevalê xwe birîndar kiriye.
Polîsên Zaxo ragihand, kesekî gulleyek li hevalê xwe daye û birîndar kiriye û polîsan jî hevalê wî girtîye û lêkolîn li gel dihête kirin.
Ragihandina Rêveberîya Polîsên Zaxo diyar kirine, îro sipêdê kesekî bi demancê teqe li hevalê xwe kiriye û kêşeyek di navbera wan da hebûye û hevalê xwe birîndar kiriye.
Polîsan diyar kiriye ew kesê birîndar bûye, temenê wî 27 salin û her li dema hatiye birîndarkirin ew ji bo nexweşxaneyê hatîye şandin.
Her wisa eşkere kiriye, her yekser jî kesê teqînê kirî xwe radestî polîsan kiriye û bi biryara Dadwerê Bingehê Polîsan dest bi lêkolînan hatiye kirin.