Şanoya Ji Kela Dimdimê Li Mêrdînê Tê Pêşkêş Kirin
Şaneşîn Performans Şanoya "Ji Kela Dimdimê" Li Mêrdînê Pêşkêş Dike

Mêrdîn - Kurdistan: Şaneşîn Performans, bi lîstika xwe ya şano ya bi navê "Ji Kela Dimdimê", ku bingeha xwe ji romana Erebê Şemo û manzûmeya Feqîyê Teyran digire, dê di 11ê Cotmeha 2025an de, saet di 20:00an de li Mêrdînê derkeve ser dikê.
Ev berhem, ku mijarên evîn û berxwedanê bi kûrahî dihundirîne, bi taybetî balê dikişîne ser çîroka lehengên jin ên bihêz. Lîstik, bi çîroka du ciwanên evîndar ên bi navê Dîlber û Şebab dest pê dike. Evîna wan ne tenê evîneke takekesî ye, di heman demê de berxwedana civakî û çandî jî tîne ser dikê. Berhem, her wiha mijarên lêgerîna nasnameyê, têkoşîna azadiyê û hêza jinan jî bi kûrahî vedibêje û bi vî awayî bîra civakî, nasnameya çandî û berxwedanê li ser dikê ji nû ve şêwe dike.
Şaneşîn Performans bi vê berhemê, temaşevanan ne tenê vedixwîne ku şopa demên berê keşif bikin, di heman demê de wan dawet dike ku li ser nirxên gerdûnî yên îro û pêşerojê bifikirin. Lîstik, ku dê di meha Nîsana 2025an de dê were pêşandan, soza ezmûneke bêhempa dide evîndarên şanoyê. Armanc ew e ku bi nûvekirina mîrateya çandî ya li ser dikên modern, ne tenê gereke hestî bide temaşevanan, di heman demê de hişyariyeke çandî û civakî jî çêbike.
Derhêneriya lîstikê ji aliyê Recep İçen ve tê kirin. İçen, bi performansa lîstika xwe "Ji Kela Dimdimê" di Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Hewlêrê de Xelata Derhênerê Herî Baş wergirtibû.
Tîma berhemê ev in:
Berpirsiyarê Dramaturjî: Ümit Aktaş
Berpirsiyarê Koreografî: Serhat Kural
Muzîk: Wedat Yıldırım
Dekor: Mahmut Wenda Koyuncu
Afîş: Mehmet Latif Saǧlam
Cil û Berg: Sonbol Shojai
Alîkarê Derhêner: Şêrko Janzêm
Berpirsiyarê Teknîkî: Bekir Arslanhan
Lîstikvanên ku berhemê zindî dikin jî ev in: Erdal Açil, Fatê Saruhan, Mahmut Ozarslan, Şêrko Janzêm, Tuǧba Erkek.
Agahiyên têkiliyê ji bo peydakirina bilêtên lîstikê li ser malpera instagramê ya Şaneşîn Performansê hatine parve kirin.