Desteya Veberhênanê, ramanên nûjen û veberhêneran gihand hev
Li Hewlêrê di bin çavdêriya Dr. Mihemed Şukrî de, beberhêner û ciwanên xwedî ramanên nûjen civiyan
Hewlêr – Kurdistan: Îro Çarşemê, li bajarê Hewlêrê, di bin çavdêriya Dr. Mihemed Şukrî, Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, semînereke taybet ji bo veberhêneran û ciwanên xwedî ramanên nûjen hat lidarxistin.
Semîner bi hevkariya Desteya Veberhênanê û Enstîtuya Nûjenî û Înovasyonê (KII) hate organîzekirin. Armanca sereke ya vê çalakiyê, girêdana ciwanên xwedî ramanên nû û veberhêneran bi hev re bû, da ku derfetên nû yên veberhênanê û pêşxistina projeyên afirîner werin nîqaşkirin.
Di semînerê de, veberhêner bi ramanên nû û nûjen ên ciwanan hatin nasandin, û derfet ji ciwanan re hat dayîn ku projeyên xwe yên afirîner û teknîkî yên paşerojê pêşkêş bikin. Ev pêngav weke hewldanek girîng ji bo nêzîkkirina ciwanên xwedî ramanên nû û veberhênerên li Herêma Kurdistanê de û weke pêwîstiyek ji bo xurtkirina ekosîstema nûjeniyê li Herêma Kurdistanê û pêşxistina projeyên veberhênanê yên nûjen tê dîtin.