Bang ji bo Kêmkirina Westandina Prof Îsmaîl Beşikçî
Bang ji bo Kêmkirina Westandina Prof Îsmaîl Beşikçî

Diyarbekir - Kurdistan: Nivîskar Selîm Temo, di bangekê de daxwaz kiriye ku mamostayê mezin û lêkolînerê navdar Prof Dr Îsmaîl Beşikçî, ku nêzîkî 90 salî ye, ji westandina zêde bê parastin. Temo destnîşan kiriye ku gelek kes û sazî, bi taybetî jî weqfa bi navê wî, wî zêde diwestînin.
Di nivîsa xwe de, Selîm Temo anî ziman ku Prof Dr Beşikçî, tevî temenê xwe yê mezin, bi berdewamî ji bo civîn, konferans û çalakiyan tê birîn. Mînak, meha borî li Oldenburgê bû û niha jî li Amedê ye. Ew bi saetan li benda gotar û pêşkêşiyên beşdaran dimîne û gelek caran neçar dimîne ku bi balafiran, trêmbêlan an jî teksiyan rêwîtiyê bike. Her wiha bi sedan kes dixwazin pê re biaxivin, wêneyan bigirin, silavan bidin û pirsan jê bipirsin, ku ev jî li ser wî barekî giran çêdike.
Temo, ji bo sivikkirina vê barê giran, pêşniyar kiriye ku Prof Dr Beşikçî dikare bi rêya platformên online yên wekî Zoomê beşdarî civînan bibe û neçe cihên dûr, da ku tenduristiya wî bê parastin û kêm bê westandin.
Di dawiya banga xwe de, Selîm Temo, şîfaya xêrê ji mamosta Îsmaîl Beşikçî re xwestiye û diyar kiriye ku ew li ser riya ku wî vekiriye; ew riya ku ber bi ramangeriya azad û Kurdistana azad ve diçe dimeşin.