Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir
Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de birêz Konsulê Fransayê ku bi boneya bidawîbûna erka xwe û malavayîkirinê serdana Serok Barzanî kiribû, spasî û rûmeta xwe ji bo piştgiriya berdewam a Serok Barzanî anî ziman. Herwiha spas û rûmetên xwe ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûn ku her tim piştgir û hevkar bûne di pêşvebirina têkiliyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de. Her di wê hevdîtinê de behsa wan hewldanên kir ku di dema karê xwe li Herêma Kurdistanê de bi navê pêşxistina zêdetir a têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de di hemû waran de daye.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya rola ber bi çav ê Konsulê Giştî yê Fransayê kir ji bo wê rola ku di dema erka xwe de li Herêma Kurdistanê hebûye, û tekez li ser wê yekê kir ku têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê kûr û dîrokî ne, herwiha hêviya serkeftinê jê re di erka wî ya nû de xwest.
Rewşa navçeyê û dawîn pêşhat û guhertin mijareke din a wê hevdîtinê bûn.