Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kir
Serok Barzanî Pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kir
Roja Duşemê, 10ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Mihemed El-Hessan, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Serokê Nûneratiya UNAMI kir.
Di hevdîtinê de, pêşketinên dawî, guhertin û rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Herwiha, pêvajoya siyasî li Iraqê û hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê jî hatin nîqaş kirin. Herdu alî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan di pêvajoya aram û demokratîk de hemfikir bûn.