Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Balyozxaneya Amerîkayê Kir

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Balyozxaneya Amerîkayê Kir

Jan 13, 2026 - 17:38
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Balyozxaneya Amerîkayê Kir
Serok Barzanî Pêşwaziyê li Şandeke Balyozxaneya Amerîkayê Kir

Roja Sêşema, 13.01.2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandeke Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, ya bi serokatiya birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, ku xanima Gwendolyn Green, Konsolosê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê jî amade bû, Karbirêkerê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê pîrozbahîya Sala Nû li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Bi kurtî di derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û hewldanên ji bo pêkanîna hikûmeteke federal a yekgirtî li Iraqê ji Serok Barzanî re pêşkêş kir.

Karbirêkerê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê her wiha ronahî xiste ser rewşa herêmê û alozîyên Sûriyê, û pesnê hewldanên berdewam ên Serok Barzanî da di cîbicîkirina pêvajoya siyasî ya Iraqê û aramkirina alozîyên di Sûriyê de.

Ji aliyê xwe, Serok Barzanî digel xêrhatina şanda mêvan, Sala Nû li wan pîroz kir. Herwiha derbarê rewşa Iraqê de, piştrastî da şanda mêvan ku ew ê tiştê di destê wan de be, ji bo hevahengiya di navbera aliyên siyasî û gihîştina encameke dilxweşker û pêkanîna hikûmeteke federal a bihêz de kêmasiyê nekin. Her wiha got ku ew ê di hewldanên xwe de berdewam be ji bo çareserkirina hemî pirsgirêk û astengiyên di navbera aliyên siyasî de û herwiha çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.

Derbarê rewşa Sûriyê û kêşeyên herêmê bi giştî, Serok Barzanî dubare kir ku ew ê hewldanên ciddî bide ji bo ku hemî pirsgirêk bi awayekî aştiyane bi rêya diyalog û lihevkirinê, û dûrî tundûtûjiyê, werin çareserkirin.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, û hewldanên ji bo berdewamî û baştirkirina van peywendiyan, mijareke din a vê hevdîtinê bûn.