Serok Barzanî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk re civiya

Serok Barzanî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk re civiya

Feb 6, 2026 - 20:03
Serok Barzanî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk re civiya
Serok Barzanî bi Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk re civiya

Roja înê, 6ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mazlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Rojava û her wiha bicîhanîna peymana navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê û geşedanên dawî yên li Sûriyê hatin kirin.

Di wê civînê de Serok Barzanî daxwaz kir ku her du alî pabendî bicîhanîna xalên wê peymanê bin û her wiha hevahengî di navbera hemû aliyan de hebe, da ku di qonaxên bê û di destûrê de mafên gelê Kurd li Sûriyê parastî bin û werin çespandin.