Naveroka civîna Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê
Naveroka civîna Serok Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransayê
Beriya nîvroya roja înê, 6ê Sibata 2026an, li Pirmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê kir.
Di hevdîtinê de ku birêz Patrick Durrel Balyozê Fransayê li Iraqê û birêz Yann Braem Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê amade bûn, Wezîrê Derve yê Fransayê ji Serok Barzanî re ragihand ku Serok Macron silavên xwe yên taybet hebûn û tekezî li ser peywendî û dostaniya dualî û piştgiriya gelê Kurdistanê kiriye. Her wiha kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re derbirî, bi mebesta ji nêzîk ve agahdarbûn ji rewşa siyasî ya herêmê û şêwirîna bi serkirdeyên herêmê re ji bo gihîştina bi çareseriyên guncav ji bo pirsgirêkên herêmê.
Wezîrê Derve yê Fransayê amaje bi hewlên berdewam ên Serok Macron û Serok Barzanî da di handana aliyan de ji bo gihîştina bi rêkeftinekê li Sûriyeyê û ew hewlên han bilind nirxandin. Her wiha rêz û rûmetên xwe ji bo rol û pêgeha Serok Barzanî di çareserkirina kêşeyên li Iraq û herêmê de nîşan da. Di heman demê de bal kişand ser peywendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û gelê Kurdistanê de û nameyeke Barzaniyê Nemir pêşkêşî Serok Barzanî kir, ku di sala 1967an de ji aliyê Barzaniyê Nemir ve ji bo General de Gaulle, Serokê Fransayê hatibû şandin û di arşîva Wezareta Derve ya Fransayê de hatibû parastin. Serok Barzanî spasiya Wezîrê Derve yê Fransayê kir û ew name wekî belgeyeke pir biha wesif kir ku îsbatkirina peywendî û dostaniya kevnar a gelê Kurdistanê û gelê Fransayê ye.
Di heman hevdîtinê de birûrayên li ser rewşa siyasî ya herêmê, Sûriye, pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û pêvajoya siyasî ya Iraq û Herêmê hatin guhertin. Serok Barzanî tekez kir ku ew dixwazin hemû kêşe û pirsgirêkên herêma Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane bigihin çareseriyê û herêm aramiyê bibîne. Serok Barzanî amaje bi pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kir û hêvî xwest ku proseya aştiyê li Tirkiyeyê bi rêya diyalogê bigihe encamê û got ku wan her dem piştgiriya wê pêvajoyê kiriye.
Derbarê Rojava de, Serok Barzanî diyar kir ku wî hemû hewlên xwe bikar anîne da ku rê li ber veguherandina nakokiyên siyasî bo şerekî neteweyî di navbera Kurd û Ereban de bê girtin û her wiha rê li ber paqijiya nijadî li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê bê girtin. Tekez jî kir ku em piştgiriya rêkeftina navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê dikin û hêvî xwest ku ew rêkeftin bibe bingehek ji bo aramî û çareserkirina kêşeyan di vê qonaxê de.
Derbarê metirsiya serhildana terorê de, Serok Barzanî da zanîn ku metirsiya bihêzbûna DAIŞê di rojevê de ye û pêwîst e mekanîzmayeke guncav û hevahengî di navbera aliyan de hebe ji bo rûbirûbûna gefên teror û DAIŞê.
Di beşeke din a hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya Fransayê kir ku her dem di demên dijwar de piştgira gelê Kurdistanê bûye. Wezîrê Derve yê Fransayê jî tekez kir ku welatê wî her dem hestiyariyeke taybet ji bo doza gelê Kurdistanê li Rojhilata Navîn hebûye û piştgiriya wê dike ku gelê Kurdistanê bi rêyên aştiyane bigihe mafên xwe. Her wiha got ku welatê wî li gel parastina Herêma Kurdistanê û berdewamiya Herêmeke bihêz e.