Çiftyürek: Divê nêzîkatiyeke wekhev li hember Kurdistan û Filistînê bikin.

Siyasetmedarê Kurd Sinan Çiftyürek: "divê nêzîkatiyeke wekhev li hember Kurdistan û Filistînê bikin."

Sep 26, 2025 - 21:40
Çiftyürek: Divê nêzîkatiyeke wekhev li hember Kurdistan û Filistînê bikin.
Ala Kurdistan û Filistîn

Hewlêr - Kurdistan: Siyasetmedarê Kurd Sinan Çiftyürek, rexneyên tund li dewletên rojavayî kir û diyar kir ku nêzîkatiya wan a li hember Filistînê û Kurdistanê, nîjadperestiyeke durû ye. Çiftyürek bal kişand ser nakokiyên di siyaseta rojavayiyan de û daxwaz kir ku li hember her du gelan nêzîkatiyeke adil bê kirin.

Çiftyürek anî ziman ku dewletên rojavayî li pey hev dewleta serbixwe ya Filistînê nas dikin û got, "Li dinyayê 22 dewletên Ereb hene, lê 23. wek Filistîn tê nasîn. Bila nas bikin!"

Lê belê, li gorî Çiftyürek, dema ku dor tê ser gelê Kurd, nêzîkatî bi temamî diguhere. Wî diyar kir ku xweseriya Rojavayê Kurdistanê, ne tenê ji bo avakirina dewleteke serbixwe, lê tewra jî "Sûriyê parçe dike" tê bi nav kirin û heta bi rêxistinên wekî HTŞ ê re nîqaşa tasfiyekirina wê tê kirin.

Sinan Çiftyürek ev nêzîkatî wekî "nîjadperestiya durû" û "berjewendiyên emperyalîst ên qirêj" bi nav kir. Wî herwiha destnîşan kir ku mixabin gelê Kurd hîn jî "rewşa gelê bêparêzer bi temamî derbas nekiriye."

Di dawiya bangawaziya xwe de, Sinan Çiftyürek bang li dewletên rojavayî kir ku "divê nêzîkatiyeke wekhev li hember Kurdistan û Filistînê bikin."