Şahidiya Berxwedana Zimanekî

Wê şevê ez ne tenê li ser kursiyekê rûniştibûm. Min şahidiya ji nû ve rabûna zimanekî, şahidiya vegerandina bîrdanka gelekî li ser dikê, û şahidiya zindîbûna perçeyek ji dîrokê li ber çavên xwe kir...

Sep 17, 2025 - 15:49
Şahidiya Berxwedana Zimanekî
Roj Yigit

Duh êvarê li Kadikoyê li şûna lîstikekê, rêwîtiyek derket ser dikê. "SIRGÛN – Rîşa Pûç" a ku bi gotin û bêhna Ayhan Erkmen hatibû avakirin, ez ji temaşevanê rûniştî yê holê derxist û min bire ser rêyên sirgûnan, nav bêdengiya çenteyên rêwîtiyê, ber bi penageha peyvan.

şevê kaptanê dikê Sabri Ejder Oziç bû; pusûlaya wî ber bi veguhestinên bi zorê û sirgûnan, rêbaz û rêgeza wî jî ber bi kûrtirîn avên bîranînê ve zîvirîbû.

Ronahî vemirîn, her peyva ku li ser dikê xuya dibû, bû gavek. Wekî ku her replîk, hawara zimanekî ku nexwaze bikeve bin axê bû. Bîranîn û bîrdanka gelekî ku ji kokên xwe hatibû qutkirin, di serê pênûsê de ji nû ve şîn bû. Min jî wê gavê xwe ne wek temaşevan, lê wek şahidê vê çîrokê hîs kir.

Her mirovê di salone de rûniştî, wê şevê ruhek bû; ne tenê li kêleka hev, lê em di heman kûrahiyê de bûn. Em hemû ji wê rêya sirgûnê derbas bûn, me guh da bêdengiya pişt wan deriyan. Carinan tiştek ji hundirê me qetiya, carinan çavên me şil bûn, carinan jî me tenê bêhna xwe girt.

Û şev, li ser dikê bi dawî nebû. Tiştek ji me bir û tiştek li me hişt. Dema lîstik bi dawî bû jî peyv hîn li ser me bûn; wekî ku gava em ji deriyê salonê derketin jî, me barê nedîtbar li ser pişta xwe hilgirtibû. Her hevok, mîna çenteyekî koçberiyê ku bi salan hatibû hilgirtin, giran bû; her dîmen, mîna bayekî ku li rûyê me dixist, sar û hişyarker bû.

şevê, deriyên bîrdankê ji nû ve vekir. Dengên pîyan ên sirgûnan, tîpên tozî yên elîfbayên jibîrkirî, hevokên nîvco yên gelekî… "Hemû li ser wê dikê bûn yek û me bi xwe anî bîra me.

Dema lîstik bi dawî bû, ez tenê ji salonê derneketim; bêdengiyek ku di hundirê min de dihejî, şahidiyek ku min hildigirt û hişyariyek bêveger hebû. Êdî ez dizanim! Wê şevê ez ne tenê li ser kursiyekê rûniştibûm. Min şahidiya ji nû ve rabûna zimanekî, şahidiya vegerandina bîrdanka gelekî li ser dikê, û şahidiya zindîbûna perçeyek ji dîrokê li ber çavên xwe kir...

Roj Yigit

Wergera ji Tirkî: Rodiyê Xwedêdayev