Êzdîtî, Dilê Kurdîtî ye
Nasnameya gelekî ne tenê di siyasetê an çekan de ye, ew di ziman û baweriya wî de kûr dibe. Cihûyan ev yek bi dest xist. Em jî dikarin bi dest bixin. Êzdîtî, dilê Kurdî ye, mîrasa me hemûyan e.

Êzdîtî
… Nefesa Kurdî, Mîrasa Me Hemûyan …
– Roj, Heyv, Agir û Ziman
Êzdîtî Çanda Me Hemûyan e –
Êzdîtî, ne tenê dîn û baweriyek e; ew nefesa zindî ya Kurdî ye, yek ji damarên kûr ên çanda me ye. Îro em Kurd dibe ku li ser baweriyên cuda belav bûne, dibe ku em Misilman, Elewî, Xiristiyan an jî Ateîst bin. Lê qada me ya hevpar ziman e, çand e. Êzdî, kevnartirîn û pakrewtirîn hilgirên vê nasnameya hevpar in.
Îro, heke em pê nizanibin jî, gelek Kurd di jiyana xwe ya rojane de şopên Êzdîtiyê hildigirin. Rêzgirtina li hember derketina rojê, xemgînî li ber ronahiya heyvê, zanîna pîroziya agirdankê, baldariya dema vemirandina agir, bêdengî û şîn li hember mirinê, kevneşopiyên di bûyîn û zewacê de… hwd… Hemû ev, beşên çanda Êzdî ne ku li seranserê gel belav bûne. Divê adet û örfên me dîsa bên nirxandin, dîsa bên girtin, nivîsandin û watekirin.
Êzdî, tevî qetlîamên mezin ên wekî Komkujiya Şingalê, zimanê xwe, çanda xwe û baweriya xwe parastin. Jiyana wan, ne tenê ji bo civata wan, lê ji bo me hemû Kurdan mîraseke girîng e. Ji ber ku bêyî Êzdîtiyê, aliyên olî, helbestî û pîrozî yên Kurdî jî winda dibin.
Ji ber vê yekê, xwedîderketina li Êzdiyan, ne tenê hevgirtineke dînî ye, lê berpirsiyariyeke çandî û hebûnî ye. Ferq nake em ateîst, Elewî, Misilman an Xiristiyan bin, divê em hemû li gel Êzdiyan bin. Ji ber ku berxwedana wan, ewlehiya nasnameya me ye. Divê hemû saziyên Kurd vê yekê bînin bîra xwe…
Em ji bîr nekin:
Nasnameya gelekî ne tenê di siyasetê an çekan de ye, ew di ziman û baweriya wî de kûr dibe. Cihûyan ev yek bi dest xist. Em jî dikarin bi dest bixin.
Êzdîtî, dilê Kurdî ye, mîrasa me hemûyan e.
Uskê Cîmîk
06.09.2025
Wergera ji Tirkî: Kemal Tolan