Cîgirê Serok Komar Serdana Êzdiyên Bakûrê Kurdistanê Kir

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Zafer Sirakaya serdana gundê Êzdiyan Bacinê kir û ev e hêviyeke ji bo paşeroja Êzdiyan

Sep 6, 2025 - 16:58
Cîgirê Serok Komar Serdana Êzdiyên Bakûrê Kurdistanê Kir
Gundê Bacinê – Midyad

Gundê Bacinê – Midyad: Li gor zanyariyên ku ji Dengê Rojperestên Azad ve hatiye belavkirin, îro 06.09.2025 bajaroka Midyada bajarê Mêrdînê, Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê, Zafer Sirakaya, serdaneke gelek girîng ji bo gundê Êzdiyan Bacinê pêk anî. Di vê serdanê de, civînên pir girîng hatin lidarxistin ku peywendî û têkilî bi paşeroja gelê Êzdî ve heye.

Ev gotûbêj, ji bo derbaskirina zehmetiyên bi salan dom kirine û ji bo ku Êzdî bigihîjin jîngeh û hawîrdoreke aşitî, dadmendî û ewlehiyê ku heqê wan e, xwedî cihekî girîng e. Gelê Êzdî, ku di dîroka xwe de gelek êş û jenosîd dîtine, bi hêviyeke mezin li van civînan dinêre.

Ev pêvajoya li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, ne tenê ji bo Êzdiyan, lê ji bo tevahiya mirovahiyê pêşketineke bi hêvî ye. Di vê serdemê de, piştgirî û hevgirtin ji her demê zêdetir bi qîmet e. Tê payîn ku ev serdan û civîn rê li ber çareseriyên mayînde û misogerkirina mafên Êzdiyan de veke.

Ev bûyer hêviyek mezin ji bo gelê Êzdî tîne, ku piştî hemû êş û azaran, bikaribin bigihîjin jiyaneke aram û ewle. Ew hêvî dikin ku ev gotûbêjên girîng encamên erênî bidin.