Serok Barzanî; Sembola Pêşmerge
Serok Barzanî her tim gotiye ku ew hez dike tenê wek pêşmergeyekî bê naskirin, ne bi ti pile û posteke din, û ev yek di temenê xwe yê siyasî de jî îspat kiriye. Ev hezkirin û wefaya Serok Barzanî ya ji bo Pêşmerge, ku bi dil heye, di gelek rawestgehan de bi kiryar û helwestê îspat kiriye,
Wefadarî û piştgiriya Serok Barzanî ji bo Pêşmerge, di dirêjahiya temenê xwe yê siyasî de, her tim bi destkeftî û serkeftinê ji bo vê hêza girîng a dîroka gelê me bi dawî bûye. Ji çekgirtinê wek pêşmergeyekî li çiyê, heta îro ku navê Pêşmerge bir nava dilê Ewropayê û li Fransaya paytexta azadiya Ewropayê navê Pêşmerge bicî kir.
Serok Barzanî her tim gotiye ku ew hez dike tenê wek pêşmergeyekî bê naskirin, ne bi ti pile û posteke din, û ev yek di temenê xwe yê siyasî de jî îspat kiriye. Ev hezkirin û wefaya Serok Barzanî ya ji bo Pêşmerge, ku bi dil heye, di gelek rawestgehan de bi kiryar û helwestê îspat kiriye, ev nîşana pabendbûneke kûr bi doza gelê xwe û parastina sembola berxwedana Kurd e.
Yek ji girîngtirîn rawestgehan, piştî azadkirina Iraqê tê. Wê demê Paul Bremer, rêvebirê sivîl ê Iraqê, pêşniyar kir ku hêza Pêşmerge bê hilweşandin bi hinceta ku ji bilî artêşa fermî ti hêzek din li Iraqê nebe. Di wê kêliyê de, Serok Barzanî bi tundî li dijî vê pêşniyarê derket û bi eşkereyî jê re got: "Pêşmerge bi biryar nehatiye çêkirin ku bi biryarekê bê hilweşandin, belku Pêşmerge nûnertiya miletekî dike û heke tu dixwazî Pêşmergeyî hilweşînî, fermo were Kurdistanê, wê demê em ê bibînin ka tu dikarî vê yekê bikî yan na. Ez bi ti awayî rê nadim vê yekê." Ev helwesta dîrokî, rewşa Pêşmerge wek hêzek neteweyî û parêzvanê ax û gelê Kurdistanê bicî kir. Serok Barzanî ji wê demê heta niha, wek parêzvanê nav û nasname û hebûna Pêşmerge kar kiriye û ew wek hêl û xeteke sor daniye, ku divê ti destwerdan an guhertin li ser vê nasnameyê çênebe.
Îro jî em dibînin ku her cure mîlîs û komên çekdar ên cîhanê û herêma me, tevî Iraqê, di asta navneteweyî de wek terorîst têne naskirin an di lîsteya reş de têne danîn an jî daxwaza hilweşandina wan tê kirin, lê em dibînin ku Pêşmerge xwediyê parastina xwe ya neteweyî ye û tişta ku Serok Barzanî got (Pêşmerge nasnameya miletekî ye) li ser axa rastiyê tê bicîkirin û ji aliyê civaka navneteweyî ve tê qebûlkirin.
Va ye bi amadebûna Serok Barzanî û koçberên Kurd li Parîsê û gelek Pêşmergeyên li Ewropayê, pêşwazî li navê Pêşmerge tê kirin û li nava dilê Ewropayê û li Parîsa paytexta azadiya cîhanê, kolan û park bi navê Pêşmerge têne binavkirin. Ev rêzgirtina navneteweyî, ne tenê nasandina qurbankirina Pêşmerge di şerê li dijî terorê de ye, belku piştrastkirina peyama Serok Barzanî ye ku Pêşmerge nûnertiya doza rewa ya neteweyekê dike.
Pêşmerge ku di dawiyê de manîfestoyek çekdarî ye, lê em dibînin li nava dilê Ewropayê (Parîs) û li ser baskê yek ji hêzên girîng ên NATOyê ku Fransa ye, şer'îyetê digire û tê bicîkirin! Ev ne pêşhatiyeke kêm e, bi taybetî di demekê de ku hemû komên çekdar ên vê herêmê û bi taybetî yên Iraqê di lîsteya reş de têne danîn û li cem Ewropiyan redkirî ne û hêzeke mezin wek Amerîka û Brîtanya daxwaza hilweşandina Haşdî Şeibî li Iraqê dikin. Lê bi rêz û hurmet pêşwazî li serokekî Pêşmerge dikin û navê kolanekê li Parîsê bi navê wî dikin. Ev cudahiya mezin, li ser xwezaya cuda ya Pêşmerge diaxive.
Ev yek xwediyê wateya sembolîk a girîng e û divê ji vir ve li serdana Barzanî ya Parîsê û girîngiya hêza Pêşmerge wek hêzek neteweyekê bê dîtin. Ev bûyer nîşaneke girîng e û bi wê şer'îyetê ve girêdayî ye ku Pêşmerge wek nûnertiya doza gelekî û neteweyekê di navxwe de hilgirtiye. Yanî di dawiyê de Pêşmerge nasnameya miletekî ye, ne ya partiyekê û du partiyan, û divê her li ser vê bingehê bi vê hêza girîng a gelê me re bê kirin.
Niha jî piştî vê serdana girîng a Serok Barzanî û wê madalyaya zêrîn a ku ji Pêşmergeyê Kurdistanê re hat dayîn, du xalên pir girîng derdikevin pêş:
Yekem: Divê êdî Pêşmerge di navxwe de jî wek hêza partiyan neyê dîtin, belku wek hêz û artêşa neteweyî bê dîtin. Ji vê nêrînê, hewlên yekkirina hêza Pêşmerge bi vê arasteyê pir dilxweşker in û divê zûtir û bi dilgermîtir bên cîbicîkirin ji bo parastina yekparçeyî û hêza vê sembolê.
Duyem: Serok Barzanî wek rêber û lêvegerekî navneteweyî nûnertiya doza gelê me dike û ev nûnertî ji bo hemû gel e, ne tenê ji bo partiyekê û du partiyan. Ev jî ne tenê dirûşm e, belku rastî ye û em bi çavên xwe dibînin. Lewra divê ev sembol û nûnertiya mezin, çawa ku li derve bi vê mezinahiyê tê dîtin, di navxwe de jî ji hemû pêşbaziyên siyasî dûr bê xistin û wek rêber û merca' bê dîtin. Ev jî wê ji bo doza rewa ya gelê me bibe sedema gelek feydeyên mezin û wê bibe sedema bihêzbûna rewşa Kurdistanê li ser nexşeya siyasî ya cîhanê.