Zanist bûye pira peywendiya di navbera Kurdistan û Almanya

Mamosteyekî Kurd ê Zanîngeha Stuttgartê: Asta xwendinê li Kurdistanê wekhevî ya Almanyayê ye

Aug 23, 2025 - 11:05
Aug 23, 2025 - 11:07
Zanist bûye pira peywendiya di navbera Kurdistan û Almanya

Di pêngaveke girîng de ji bo bihêzkirina têkiliyên zanistî û akademîk, Zanîngeha Stuttgartê ya Almanyayê, ku yek ji zanîngehên herî mezin û navdar ên wî welatî ye, dest bi hevkariyeke berfireh ligel Zanîngeha Dihokê li Herêma Kurdistanê re kiriye.

Ev pêngav bi hewl û xebata profesorekî Kurd bi navê Jan Ilhan Kizilhan, ku Serokê Beşa Psîkolojiyê ye li Zanîngeha Stuttgartê, pêk hatiye û zêdetirî heşt salan e berdewam e.

Profesor Jan Ilhan Kizilhan, ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, roleke serekî di avakirina pira têkiliyan di navbera her du zanîngehan de lîstiye. Li gorî gotina wî, asta bilind a xwendinê li zanîngehên Kurdistanê, bi taybetî Zanîngeha Dihokê, hiştiye ku ne hewce be xwendekarên Kurd ji bo xwendinê berê xwe bidin derveyî welat. Wî tekez kir ku dîplomên derçûyên Zanîngeha Dihokê li Almanyayê têne qebûlkirin û ti pirsgirêk ji wan re çênabin.

Profesorê Kurd her wiha balkişand li ser wê yekê û got: "xwendina beşên wekî 'psîkoterapiyê' li Zanîngeha Dihokê di heman asta xwendina Almanyayê de ye; hemû xwendina ku li Zanîngeha Dihokê tê dayîn, di asta Almanyayê de ye". Ji ber vê yekê, derçû dikarin li Kurdistanê bimînin û xizmetê bikin, ji ber ku li wir pêwîstiyeke mezin bi alîkariyê heye, bi taybetî di warê nexweşiyên derûnî, trawma û depresyonê de."

Ev hevkarî ne tenê di warê psîkolojiyê de maye, belkû çendîn projeyên nû yên zanistî jî li xwe girtiye. Yek ji wan projeyan lêkolînek li ser bandorên guherîna keşûhewayê li ser niştecihên bajarên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê ye, ku zêdetirî 60 kes tê de beşdar bûne.

Ji aliyekî din ve, hejmareke berbiçav a ciwanên Kurd li Almanyayê di warên cuda de serkeftinê bi dest xistine. Mînakek ji wan, Xoşî Muxtarî ye, keçeke xelkê Helebceyê ye ku li Almanyayê xwendina xwe qedandiye û niha di şîrketekê de kar dike. Ew di wê baweriyê de ye ku xwendin û kar li Kurdistanê hêsantir e û ji aliyê dîplomê ve ti cudahiya wê bi Almanyayê re nîne.

Xoşî Muxtarî got: "Zanîngehên Kurdistanê pir dişibin zanîngehên Almanyayê. Min serdana zanîngehên Kurdistanê kiriye û ji nêz ve dîtiye. Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye. Min zanîngeh qedandiye û kar dikim, lê ez dixwazim vegerim Kurdistanê û li wir kar bikim."

Ev çîrokên serkeftî û hevkariyên akademîk, nîşana bi girîngiya pêşxistina têkiliyên zanistî ligel navendên akademîk ên cîhanî dikin. Wekî ku helbestvanê mezin ê Kurd Bêkes gotiye: "Bixwînin, ji ber ku xwendin ji bo parastina li hember dijminan, her dem mertal û hêz e." Ev gotin îro ji her demê zêdetir ji bo gelê Kurd xwedî nirx e, ku bi riya zanist û xwendinê dikare paşerojeke geştir ji xwe re misoger bike.