BCF li Dihok û Zaxo berikên Mizgeftan guhertin

Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Parêzgerê Dihokê û Nûnerên Birêveberiya Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî li Dihokê û hejmarek ji medyakaran, projeya dabînkirina Berik (moket)an ji bo mizgeftên parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo hate ragihandin.

Jul 28, 2025 - 12:19
Aug 3, 2025 - 12:59
BCF li Dihok û Zaxo berikên Mizgeftan guhertin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya mizgeftên tixûbê parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo kir

Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Parêzgerê Dihokê û Nûnerên Birêveberiya Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî li Dihokê û hejmarek ji medyakaran, projeya dabînkirina Berik (moket)an ji bo mizgeftên parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo hate ragihandin.

Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Elî Teter Parêzgerê Dihokê û Nûnerên Birêveberiya Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî li Dihokê û hejmarek ji medyakaran, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîneke rojnamevaniyê de ku li rêkefta 28\07\2025 li Dihokê birêveçû, projeya dabînkirina berik(moketan) ji bo 62 mizgeftên li tixûbê parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo ragihand.

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li axaftinek da ji bo kanalên ragihandinê, ji bilî wê yekê bixêrhatina amadebûyan kir, balkişand li ser wê yekê ku mizgeft li “Kurdayetî, însaniyet, perwerde, zanist” roleke ber bi çav hebûye û gelek niştimanperwerên dilsoz pêgihandiye”. Behsa ew e jî kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çendîn kertên cûda de kar kiriye û projeyên cûr bi cûr ji bo koçber û penaberan û xelkê xwecihî bi hevkariya hevbeşên xwe bi cîh kiriye. Heman demê de balkişand li ser wê yekê ku projeya azîzan li salî 2012 li ser destê cenabê Kak Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destpêkiriye û di vê demê de zêdetirê 16 hezar azîz (zarokên sêwî) ji vê projeyê sûdmendin û zêdetirê 81 milyon dolar bi ser wan da hatine dabeş kirin. Ew e jî xisterû ku li sala 2022 yek ji projeyên xweşikên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dabeşkirina yekîneyên nîştecîhbûnê bûye li ser malbatên serbilindên şehîdan da bi bê cûdahî û her li vî derbarî de got: “Em şanaziyê dikîn ku bikarîn xizmeta wan bikîn, baweriya me jî wiha ye heta niha ewe xweşiktirîn proje bûye ku heta niha ji bo malbatên serbilindên şehîdan re hatiye pêşkêş kirin”.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li mijareke dinê axaftina xwe de, balkişand li ser wê yekê ku ji bilî hebûna rewşeke nebaş ya aborî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî komek projeyên cûr bi cûr heye. Ewe jî bi cihê şanaziyê bi nav kir. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî cihê baweriya bexşerên navxweyî û navdewletiye û li alîkariyên miroviyê de berdewame û li xizmeta mîlletê xwe da ye. Heman demê de behsa ewe kir ku piş raspardeya cenabê Serok Barzanî ya rûbirûbûna maddeyên hişbir, helmeteke berfireh destpêkirine û bi awayeke zanistî û akademî li hemû Herêma Kurdistanê û bi piştevaniya sazî û damûdezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, xizmeteke başê welatî û bi taybetî ciwanan dikin.

Musa Ehmed, li dawiya axaftina xwe de di derbarê projeya dabînkirina berikên ji bo mizgeftên parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo, wê yekê xisterû ku li çarçêweya wê projeyê 62 mizgeft li parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo berikên nû ji bo wan dabîn dike.

Paşê Elî Teter Parêzgerê Dihokê, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, bi navê xelkê parêzgeha Dihokê, spasiyeke germ li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û tekez li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hemû carek komek karên xweşik kiriye û ev dezgeh hem dezgeheke mezine û hem naveke mezin jî wergirtiye. Ji bo wê yekê bi bê cûdahiya mezheb, ol û netewe, xizmeta hemû çînek kiriye. Li ser asta cîhanê jî li her cîhek lêqewimî lê hebûye, destê xêrxwaziya gihandiye wan.

Parêzgerê Dihokê li dawiya axaftina xwe de spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir bi helkefta bicîhkirina projeya dabînkirina berikan ji bo 62 mizgeftên li parêzgeha Dihok û Îdareya Serbixweya Zaxo û got : “Mizgeft ji bo me ciheke girîng û pîroze û ji bilî wê yekê mala xwedaye, cihê pêgihiştinê bûye. Em dengdar û qerzdarê mizgeftên xwe û mamostayên olî ne ku rêberiya vê mîletê kirine û heta bi vê qonaxê wan gihandine”.