Zanîngehên me, bînane û avahîne!!
Raste xwendin û perwerde kevir û berdê bingeha her pêşketineke û bingeha pêkanîna hizra mirove. Lê belê li Herêma Kurdistanê bi vî awayî nîne, ji ber ku Herêma Kurdistanê ne bazareke karê wiha heye ku
Mihemed Xoşnaw
Gelek ji me dizanin ku li Herêma Kurdistanê dehan zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybetî hene ku salane hezaran xwendekar têda dixwînin û derdiçin.
Raste xwendin û perwerde kevir û berdê bingeha her pêşketineke û bingeha pêkanîna hizra mirove. Lê belê li Herêma Kurdistanê bi vî awayî nîne, ji ber ku Herêma Kurdistanê ne bazareke karê wiha heye ku wan hemû derçûyan li xwe bigre û ne jî yên derçûyîn wiha bi şiyan û jêhatî hene ku bikarin bi çekê zanistê hela kar dabîn bikin û cihê xwe vekin. Her wiha ev e rengvedana rasteqîneya wan hemû jimareyan nîne li xizmetkirina civak û gûherîneke ber bi baştir ve bikin.
Xwendin û fêrbûn li cem me bûye karê bazirganî û wekî kalayek tê firoştin û dikarê bi taybetî zanîngehên taybetî û bi palnerên pêkanîna kar û qazancê tê dîtin. Bi bêyî wê yekê berê xwe bidin paşeroja nifşan û xwezaya peywendiyên civakî û miroviyên di navbera wan de bê dayîn.
Mezintirîn kêşeya zorîneya veberhêner û dewlemendên Herêma Kurdistanê ewe ye ku bi tenê û tenê bîr li qazanca xwe dikin, apartman li ser apartmanan ava dikin, ji ber ku bazara xanubere qazanca wê ji hemû kertan zêdetire. Gelek balkêşe ku zêdetirê apartmanan jî vala ne, nizanim ji ber çi naçin kargeheke nûjen ku bibê sedema geşbûna aborî yan zanîngeheke kalîteyeke bilind ya fêrbûnê û têr û tije û mercdar venakin ku stratejiyeta perwerdeyê hebê û bi pêşengiyê di berheman de pêkbîne. Ji bo ezmûna xwendina zanîngehê jî her girîngiyê bi bîna û avahî û rûyê derveyê li hola xwendinê û ahenga derçûyan bi bê destkeftên rastîn yên li ser asta berhemên pêvajoya perwerdeyê bi xwe didin. Ji wan sedan bawernameyên master û doktorayan de bi pileya « îmtîyaz » ku gera ji hinek ji wan de tu demekê bi mejiyê wan da nedihat bibin xwedî «Dr» ew hemû Doktorên li vir heye li Japon û hinek welatên Ewrûpa jî nîne.
Mamostayên lawaz xwendekarên lawaztir ji bo bazara kar berhem tînin. Birastî li welatekdayîn pire bawernameyên cûr bi cûr û bi degmen bawernameyeke rastîn dibînîn. Niha bazara reş ya perwedeyê heye û çi bawernameyek bixwazî bi dest ve tînî. Zanîngeh bi avahî û bînayan û li derve û hundirê bajaran li berfirehbûnê dane û di demek karmendên zanîngehê bi xwe jî paşvekêşiyê kirine û daketine.
Bazara « nexase »li zanîngehan da heye. Eger li karmendên hinek ji wan zanîngehan temaşe bikîn, paşê bi her du çavan ve qebareya trajediyê bi parvekirina kesên bêşiyan û bê astê fêrbûn û zanistê dibînî û ewên ku dîrokeke rastîn ya pîşeyiyane nîne wê valahiyê pir kirine. Birastî çi standart û pêver nîne belku tenê bazirganî û bazirganî !! bazirganiya xwendin û perwerdeye.
Zanist û fêrbûnê li me têk dane û li çarçêweya lêgerîn li pey çavkaniyan hemû tiştek binpê dike. Cîhaneke wekî cîhana mafya û kartelane. Hîç rêkûpêkiyek nîne û her ji bo wê yekê milyonan dolar li tevlî alozî û berjewendiyên çespayiyan da li ser hev têne dîtin û li dawiyê da bi destên betal ne zanist û ne fêrxwazên zanistê dibînî. Tenê ewe nebê ku xweda dilovaniyê bi wan dibexşê yan ewên bi qeza û qederê hatine pişgirîkirin dûrin ji cîhana mafya!
Zanîngeh û xwendekar kargehin ji bo berhemanîna welatiyên jêhatî. Ewên ku nirxê niştiman bilind dikin, eger kargeh bi heman rêyê wekî ewê niha bi me re kar bike, ewe sal bi sal û nifş bi nifş heman zererê didurîn. Maddeyên me yê xav ciwan û zarokin ew baştirîn cûrene, lê belê têne nav sîstemeke fêrbûna seqet ku pêşhat û guhertinan piştgûh dixe.
Ji bo wê yekê gelek pêwîste ji nû ve sazî û damezraweyên perwerdeyê her li berî xwendingehê heta zanîngehê bê dariştin û ji bo amadekirineke hêjayî û şiyana xwendekarên ku çalak bîrkirineke rexneyî ya bihêz bike û bikarê tengasiyan bi rêyeke dahênerane çareser bike û niştimana xwe geştir bike.