Derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Tendirustiya Hewlêrê kirin
Bi amadebûna Birêveberê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê û Berpirsê Peywendiyên Grûpa Kompanyayên (ESB), li civîneke rojnamevaniyê de, pêşkêşkirina derman û pêdiviyên pizîşkî bi Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand.
Derman û pêdiviyên pizîşkî bi Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê re pêşkêş kirin
Bi amadebûna Birêveberê Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê û Berpirsê Peywendiyên Grûpa Kompanyayên (ESB), li civîneke rojnamevaniyê de, pêşkêşkirina derman û pêdiviyên pizîşkî bi Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihand.
Bi amadebûna Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Dr. Dilovan Mihemed Fatîh Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê û Dr. Emîn Berpirsê Peywendiyên Grûpa Kompanyayên (ESB), li civîneke rojnamevaniyê de ku li rêkefta 29\07\2025 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû, pêşkêşkirina derman û pêdiviyên pizîşkî bi hevkariya grûpa kompanyayên (ESB) bi Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê ragihandin.
Di destpêkê de Sîtav Aso Birêvebera Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûnê, balkişand li ser wê yekê ku grûpa kompanyayên (ESB), derman û pêdiviyên pizîşkî bi têçûyê zêdetirê (70.000.000) dînaran li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê kir ku li ser Navendên Gelîava û Nexweşxaneya Şeqlawe de tê dabeş kirin. Tekez jî li wê yekê kir ku ” Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî herdem girîngiyeke tevahî bi kerta tendirustiyê daye û gelek bi girîngiyê ve lê temaşe dike û herdem hewl daye nexweşxane û binkeyên tendirustiyê ji alîkariyên pizîşkî bêne sûdmend kirin. Ewe jî xisterû ku “li du rojên bê de hevkariya kompanya Rîmad, amêreke pişkinînê (Radyografî – tîşk) bi Binkeya Tendirustiya Şehîdan pêşkêş dikin”. Her wiha got: “Gelek spasiya hemû bexşeran dikîn, bi taybetî grûpa kompanyayên (ESB) ku eve cara yekem nîne projeyên me yên hemahengiyê de di gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de beşdariyê dikin”.
Paşê Dr. Dilovan Mihemed Fatîh Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê, di destpêka gotara xwe da destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Grûpa Kompanyayên (ESB) kir. Heman demê de balkişand li ser wê yekê ku ew hevkariyên pizîşkî li ser du nexweşxaneyên li tixûbê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê tê dabeş kirin. Yek ji wan nexweşxaneya (Şeqlawe) ye ku tixûbeke berfirehe û xizmeteke mezin ni niştimanyên me dike.
Her wiha Navenda Geliava ya Çareseriya Nexweşiya Şekire ku xizmeteke mezin bi wan welatiyan dike ku nexweşiya şekir û nexweşiyên demdirêj heye. Her wiha got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî neku her li vê projeyê, belku li çendîn projeyên din û hemecûr de kerta tendirustiyê di dema salên derbasbûyî berdewam palpişteke me yê mezin bûn, li dabînkirina derman û pêdiviyên pizîşkî û vekirina xulan û çendîn navenda jî heye ku mehane hevkariyê pêşkêşî wan dike, li rûyê maddî û li rûyê ma'newî ve”.
Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê, ew e jî dûpat kir ku cûreya derman û pêdiviyan xwe bi hemahengiya di gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destnîşan dikin û bexşer jî li baştirbûna xizmetguzariyên kerta tendirustiyê de roleke ber bi çav heye.
Dr. Emîn Berpirsê Peywendiyên Grûpa Kompanyayên (ESB) li gotarek de balkişand li ser wê yekê ku kompanya wan li warê dabînkirina dermanan de li Herêma Kurdistan û Iraqê de kar dike. Got: “Di demên salên derbasbûyî de me hewl daye alîkariya welatiyên Herêma Kurdistanê bikîn, bi taybetî li Hewlêra xweşdivî û dewrubera wê bi armanca ber bi pêşve birina kerta tendirustiya li Iraq û li Herêma Kurdistanê bi taybetî”.
Berpirsê Peywendiyên Grûpa Kompanyayên (ESB), behsa ewe jî kir ku li projeyên nû yên kompanya wan, biryar daye, hevkariya wan nexweşane bikin ku wan nexweşiyên dem dirêj heye. Her wiha got: “Bi navê grûpa kompanyayên (ESB) em şanaziyê dikîn ku beşek bîn li erkê mirovî û pêşkêşkirina dermanan de li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi niyazmendan û bi hemahengî di gel Birêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê encam bidîn”.