Serok Barzanî Bi Şandeke Bilind a Çarçoveya Hemahengiyê Re Civiya
Serok Barzanî Bi Şandeke Bilind a Çarçoveya Hemahengiyê Re Civiya
Roja Dûşema, 2 Sibat 2026, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî bi şandeke bilind a Çarçoveya Hemahengiyê re civiya. Şand ji birêz Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Hevbendiya Avakirin û Pêşketinê, birêz Hadî Amirî, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Bedir, birêz Muhsîn Mendelawî, Serokê Hevbendiya Esas, û birêz Abbas Razî, Sekreterê Giştî yê Çarçoveya Hemahengiyê, pêk dihat.
Di civînê de, bal kişandin li ser rewşa siyasî ya Iraqê, pengavên di nava pêvajoya siyasî de, hilbijartina Serokkomar û her weha pêkanîna hikûmeta federal a Iraqê.
Derbarê mijara Serokkomar de, Serok Barzanî tekez kir ku Serokkomar para Kurdan e û divê mekanîzmayek diyarkirî ji bo hilbijartina wî were destnîşankirin û cîbicîkirin, da ku her carê pêvajoya siyasî rastî pirsgirêkan neyê û li gorî wan mekanîzmayan berbijarê Serokkomar were hilbijartin.
Rewşa siyasî û guherînên dawî yên Sûriyê û herêmê bi giştî, û her weha hemahengiya di navbera aliyên siyasî de, mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.
Hêjayî gotinê ye ku di civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mesrûr Barzanî, Cîgirên Serokê Partiyê, birêz Fazil Mîranî, Berpirsê Desteya Rêveberiyê, birêz Hoşyar Zêbarî, birêz Mehmûd Mihemed û birêz Sîdad Barzanî, Endamên Desteya Rêveberiyê, û birêz Fuad Husên, Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê, amade bûn.