Serok Nêçîrvan Barzanî û Birêz Musenna Sameraî Civiyan

Serok Nêçîrvan Barzanî û Birêz Musenna Sameraî Civiyan

Feb 2, 2026 - 18:44
Serok Nêçîrvan Barzanî û Birêz Musenna Sameraî Civiyan
Serok Nêçîrvan Barzanî û Birêz Musenna Sameraî Civiyan

Êvara îro duşem, 02.02.2026 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Musenna Sameraî, Serokê Hevbendiya Ezim kir.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, û pengavên herî dawî ya pêvajoya siyasî ji bo hilbijartina Serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû ya federalî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya diyaloga di navbera aliyên siyasî û hemahengiya hevbeş ya ji bo lihevkirin û derbaskirina astengiyan û parastina ewlehiya welat kirin.