Xebata Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî Li Wanê Dest Pê Dike

Xebata Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî Li Wanê Dest Pê Dike

Oct 14, 2025 - 12:55
Oct 14, 2025 - 13:00
Xebata Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî Li Wanê Dest Pê Dike
Xebata Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî Li Wanê Dest Pê Dike

Wan - Kurdistan: Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û saziyên ziman, "Xebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Zimanê Kurdî" ku di 15-16'ê Cotmehê de li Wanê tê lidarxistin, dê nexşerêya zindîkirina Kurdî di her warî de diyar bike.

Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) û saziyên ziman ên ku pêkhateyên wê ne, di 15-16’ê Cotmehê de "Atolyeya Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Zimanê Kurdî" li dar dixin. Heval Dilbihar, endamê Komîteya Amadekar, derbarê atolyeyê de agahî dan û diyar kir ku armanca atolyeyê ew e ku ji bo bikaranîna Kurdî di warên siyaset, wêje, çand, ekolojî, çapemenî, ol û bawerî, hiqûq, dîplomasî û qada civakî de stratejî bên diyarkirin, û her wiha armanc ew e ku stratejî û polîtîkayên ziman bên avakirin.

“Her dem Kurdî, her der Kurdî”

Dilbihar anî ziman ku armanca wan ew e ku bi şîara “Her dem Kurdî, her der Kurdî” têkoşîna ziman; ji aliyê hişmendî, rêxistinbûn, fêrbûn û saziyîbûnê ve li tevahiya Kurdistanê belav bikin. Dilbihar got, “Heta niha ji bo Kurdî gelek atolye û konferans hatin lidarxistin. Lê mixabin ev atolye û konferansên hatine kirin, pir caran bi gengeşîyên akademîk, raman û fikirînê re sînordar man. Heta niha ev konferansên hatine lidarxistin ji bo Kurdan bandoreke girîng çênekirin. Di encama vê atolyeyê de dê hemû sazî û dezgehên Kurdî stratejî û polîtîkayên xwe diyar bikin.”

Beşdariya Gel Girîng e

Endamê Komîteya Amadekar Heval Dilbihar destnîşan kir ku beşdarên atolyeyê jî ji hemû saziyan û qadên ku bi navê Kurdî têkoşînê dikin pêk tên. Taybetî jî ji gel pêk tê. Dilbihar got, “Gel dê ne tenê ji bo guhdarîkirin û çepikan li wir be. Gel dê di hemû beşên atolyeyê de bi pêşengiya hemû komîteyan, bi gengeşe, rexne û pêşniyarên xwe beşdarbûneke xurt nîşan bide. Di atolyeyê de dê 8 kom hebin. Atolye dê hem bi Kurmancî û hem jî bi Kirmanckî pêk were. Atolye ji bo me pir girîng e; ji ber ku di encama van gengeşeyan de dê biryarên pir girîng bên girtin. Lê beriya her tiştî divê mekanîzmayek hebe ku ev biryar bên bicihanîn. Daxwazên me diyar in; ji bo Kurdî statu, mafê perwerdehiya Kurdî, azadiya Kurdî û zindîkirina Kurdî di hemû qadan û civakê de. Pêşî em dixwazin van daxwazan di bingeha hemû sazî û dezgehên Kurdî de ava bikin.”

“Rêya Aşitiyeke Rast Ji Statuya Kurdî Derbas Dibe”

Dilbihar diyar kir ku ji dewletê ji bo Kurdî statu dixwazin; lê her wiha anî ziman ku divê di qad û saziyên xwe de jî statuya zimanê Kurdî bê pêkanîn. Dilbihar got, “Di destpêkê de divê em perwerdehiya zimanê Kurdî di şaredariyan, saziyên çand û hunerê, qada siyasî û hemû saziyên Kurdî de bingehek jê re deynin. Pêşî divê em di nav xwe de rêxistinbûna Kurdî pêk bînin.”

Wî wiha berdewam kir, “Em ê encamên atolyeyê bigihînin desthilatdariyê û bibêjin ku ev daxwaz daxwazên gelê Kurd in; eger hûn bi rastî aşitî û civakeke demokratîk dixwazin, divê hûn van rastiyan li ber çavan bigirin. Em ê bibêjin ku ji bo zimanê Kurdî statu û perwerdehiyê di her qada jiyanê de bikaribe bijî, divê hûn gavên girîng ên siyasî û hiqûqî bavêjin.”