Ji Bo Pêşxistina Xizmetên Kar û Bazara Kar Civîyan
ILO Iraq û Rêveberiyên Kar ên Herêma Kurdistanê Ji Bo Pêşxistina Xizmetên Kar û Bazara Kar Civîyan

Hewlêr - Kurdistan: Rêxistina Navdewletî ya Kedê (ILO) Iraqê, bi beşdariya nûnerên rêveberiyên giştî yên kar ên parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Helebce, Zaxo, Germiyan û Soran, her wiha Rêveberiya Giştî ya Kar, civiyan. Civîn ji bo nirxandina kapasîteyên xizmetên kar ên giştî, tespîtkirina astengî û pêdiviyên herî girîng, û amadekirina bernameyên piştgirî û avakirina kapasîteyê, hate lidarxistin.
Armanca sereke ya vê civînê, bilindkirina rola dezgehên kar di girêdana kesên li kar digerin bi derfetên kar re, û baştirkirina polîtîkayên bazara kar bû. Bi vê yekê, ILO Iraq dixwaze piştgirî bide Herêma Kurdistanê di avakirina jîngeheke kar a bihêz û pêşketî de ku bersivê bide pêdiviyên niha û yên pêşerojê yên bazara kedê.
Ev civîn, gaveke girîng e ber bi hevkariyeke berfirehtir di navbera ILO û rêveberiyên kar ên herêmî de, ku armanc ew e ku xizmetên kar ên giştî li Herêma Kurdistanê bêtir bi bandor bibin û ji bo hemwelatiyan derfetên kar ên çêtir peyda bibin.